Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê ciwanên Kurd li navenda Şehîd Eslan xwe bi rêxestin dikin. Ciwan li vê navendê tevlî perwerdeya siyasî, civakî û rêxistinî dibin.
Navenda Şehîd Eslan li navçeya Raco ya Efrîne yê û gelek beşên perwerdeye têde hene. Di beşa civînan de civînên siyasî, civakî û rêxistinî ji ciwanan re tê li dar xistin. Li beşa perwerdeyê jî ciwan perwerdeya zimanê kurdî, tenduristî, spor û mûzîkê dibînin.
Herwiha beşa perwerdeya parastin û hişmendiya ciwan jî li navendê balê dikşîne. Ciwanên navçeya Raco berê xwe didin navenda Şehîd Eslan û cihê xwe di nava xebat û perwerde yande digrin.
Ciwanên ku di rêvebiriya navendê de digrin diyar kirin ku xebatên wan ji bo peşxistina ciwanan û amedekirina ciwanan e da ku pêşengiya civakê bikin.