Li Efrînê ciwan ji bo şermezarkirina tecrîdê meşiyan

Li Efrînê ciwan ji bo şermezarkirina tecrîdê meşiyan

Li navçeya Şêrewa ya bajarê Efrînê, Tevgera Ciwanên şoreşger, ji bo şermezar kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan meşek lidarxistn.

Beriya meş destpêbike, meşvan deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Piştre Serokê Meclisa navçeya Şêrewa Aslan Aslan li ser rola ciwanan di dema şoreşên kurdan de axivî.

Aslan bang li ciwanên Kurd kir ta ku di şoreşa azadiyê de cihê xwe yê bi nirx bigrin. Herwiha Aslan ji ciwanan xwest ku xwe perwerde bikin û rola xwe ya pêşengtiyê bigrin.

Piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Necwa Mihemed wiha axivî: "Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ti carî ji doza azadiyê paşve venagerin. Emê her dem li pişt gelê xwe bin, wek Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan dibêje me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî biserbikevin. Em jî wek ciwan dibêjin me bi serok Apo destpêkir emê bi Serok Apo bi serbikevin.''

Meşvanên ku li piranî kolanên navçeyê geriyan. Li ber qewsê despêka navçeyê meş bi dawî kirin.