Li Edîrneyê 2 kes hatin girtin

Li Edîrneyê 2 kes hatin girtin

Li Edîrneyê ji 6 kesên hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin û şandin girtîgehê.

27’ê Kanûnê li Edîrneyê polîsan di ser malan de girtibû û di nav de xwendekarên zanîngehê jî heyî 6 kes binçavkiribûn. Duh piştî karûbarê wan yê li emniyetê xilas bû sewqî edliyeyê kirin. Piştî lêpirsîna li dozgeriyê ji 6 kesên bi daxwaza girtînê sewqî dadgehê kirin, xwendekarê zanîngehê Mahmût Ongor û karkerê înşaatê Feyyaz Aras hatin girtin. 4 kesên din jî bi serbest darezandinê hatin berdan.

Sedemê girtina 2 kesan weke molotof avêtina marketekê nîşandan. Dema ku 2 kesên hatin girtin ji edliyeyê derketin hevalên wan yên li ber derî slogan avêtin, li ser vê yekê rageşî derket. 2 kesên hatîn girtin şandin Girtîgeha Edîrneyê.