Li Edeneyê wesayîta karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya

Li Edeneyê, wesayîta karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di qezayê de ajokar û 31 karkerên çandiniyê birîndar bûn.

Li Edeneyê, wesayîta karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di qezayê de ajokar û 31 karkerên çandiniyê birîndar bûn.

Mîdîbusa li taxa Sarihamzali ya navçeya Seyhanê karker lê siwar bûn û bi rê ket, saet di 05:00 de li ser rêya Tûzla ya li taxa Cirik a navçeya Yuregîrê qelibî.

Tevî ajokar Yilmaz Akdenîz, 31 karkerên çandiniyê ku Sûriyeyî û zarok jî di nav de hene, birîndar bûn. Karkerên çandiniyê yên li zeviyên li cihê bûyerê dixebitîn, birîndar ji wesayîtê derxistin.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Edeneyê. Hat ragihandin, rewşa ti ji birîndaran ne giran e.