Li Edeneyê operasyona qirkirina siyasî
Li Edeneyê, polîsên Tirk bi ser 30 adresên cuda de girtin û 20 kes binçav kirin.
Li Edeneyê, polîsên Tirk bi ser 30 adresên cuda de girtin û 20 kes binçav kirin.
Li Edeneyê polîsên Tirk vê sibehê li gel helîkoptêran bi ser 30 adrêsên cuda de girtin. Polîsan malên ku bi ser wan de girtin dorpêç kirin, hin derî şikandin û bi saetan li nav malan geriyan. Di encamê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin, nayê zanîn bê ka ji bo çi hatine binçavkirin.
Ên ku hatine binçavkirin piştî kontrola tendirûstiyê li Saziya Tiba Edlî hate kirin ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.