Li Edeneyê endamên HDP'ê hatin binçavkirin
Li Edeneyê, 13 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
Li Edeneyê, 13 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd û HDP'ê dewam dikin.
Li taxên Firat, Gulbahçe û Daglioglu yên navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan serê sibehê bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Piştî serdegirtinan li malan lêgerîn hatin kirin û 13 kesên ku li nûnertiyên taxan dixebitin hatin binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin piştî ku li Saziya Tiba Edlî ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin birin emniyeta bajêr.
Ji kesên hatin binçavkirin navê Mîkaîl Somer û Fesîh Çakir hatin hînbûn.