Li Durenê bîranîna Şehîdên meha Gulanê
Li bajarê Duren ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hat lidarxistin.
Li bajarê Duren ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hat lidarxistin.
Li bajarê Duren ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hat lidarxistin.
Tûrnûva ji aliyê Ciwanên Azad û Jin ên Ciwan ên Azad ve hat organîzekirin.
Tûrnûva ku di şexsê Têkoşîn Koçgirî û berxwedêrên YPS/YPS Jinê de ji bo hemû berxwedêrên li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin, wê li Kolnê pêk bihata. Lê belê bi îdîaya "sedema ewlekariyê" du roj beriya pêkahtina tûrnûvayê, ji aliyê Şaredariya Kolnê ve hat betalkirin. Tevî hemû zextan jî ciwanan li bajarê Duren ê 50 kîlometre dûrî herêma Kolnê ye, lidar xistin. Ji eyaleta Nordrhein Westfalenê 14 tîm beşdarî tûrnûvayê bûn.
Di encama maçên li tûrnûvayê de tîma FC Dersîm bû yekemîn, tîma Ûmûtspor bû duyemîn û tîma Azadîspor jî bû sêyemîn.
Di tûrnûvayê de her wiha kalevanê tîma FC Dersîm Kemal weke yê herî serketî, lîstikvanê tîma Ûmûrwergersporê Harun weke lîstikvanê herî serketî hatin hilbijartin. Kûpa centilmeniyê jî ji tîma Ozgur Gençlîksporê re hat dayîn.
Tevî maçên futbolê her wiha Koma Dîde, Koma Hevgîn û Hunermend Egîd derketin ser dikê û ciwanan li ber stranên wan govend gerandin.
Li aliyê din, duh li bajarê Durenê şampiyoniya SV Kurdistanê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
SV Kurdistan a di koma 4. a Kreîslîga C de têdikoşe, piştî sezoneke serketî bi 79 pûanan bû şampiyon.