Li Dûîsbûrgê bîranîna şehîdan

Li bajarê Dûîsboûrg ê Elmanyayê Şîro Osman û Nûbar Ozanyan ên li Rojava, li gel Ercan Guneş ê li Dersimê û Remezan Aslan ê li Dûîsbûrgê beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibû û li Çewligê şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê bîranî û konê sersaxiyê yê hatî danîn, malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di bîranînê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê Şahîn Çelebî axivî.

Nûnerê KOMAW Siyasetmedarê Kurd Mehemt Sûrûç, birayê Şehîd Şîro Osman Xelîl Osman û birayê Ercan Guneş û li ser navê PYD’ê jî axaftin hatin kirin.

Piştî nîşandana sînevîzyona ku hatibû amadekirin û şûn de xwarina sersaxiyê hate dayîn.

Bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.