Li Duîsburg û Hannover êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Duîsburg û Hannover êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Duîsburg û Hannover êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li bajarê Duîsburg û Hannover ên Elmanya êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin şermezarkirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên duh danê sibê ji eniyên rojhilat û bakur li hember Kobanê li bajarê Duîsburg û Hannover ên Elmanya hatin şermezarkirin.
Girse ji ber stasyona trênê ya navendî ya Duîsburg saet 13:00’an hatin gel hev. Gel bi dirûşmên, “Kobanê, ji aliyê çeteyan û piştevanên wan ve di nav dorpêçê de ye, bilez alîkariyê bikin”, “Kobanê ji bo mirovatiyê li ber xwe dide” û “Hêzên navneteweyî li ku derê ne” êrîş şermezar kirin.
Mîtîng di pêşengiya, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Yekîtiya Hêza Demokratîk û Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ve hat destekkirin. Di mîtînga ku bi sedan ke beşdar bûn, dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê nakeve”, “Bijî YPG, YPJ” hatin gotin.
Di axaftin û belavok hatin belav kirin de jî, di serî de Kurdistanî bang li sazî û dezgehên demokratîk hat kirin ku heta êrîşên çeteyan bidomin her roj derkevin kolanan.
Ji bo çalakiya sibe li Duîsburg Averdunkplatz a saet, 17:00’an jî banga tevlîbûnê hat kirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî ciwanên Kurd û dostên wan li ser piyan bûn.
Êrîşên çeteyên DAIŞ li Hannover ji aliyê ciwanên Kurd ve bi mîtîngekê hat protestokirin. Di mîtînga li ber stasyona trênê ya Hannover bi sedan zêdetir ciwan beşdar bûn.
Parlamenterê Partiya Çep Dîeter Dem ku di mîtîngê de axaftinek kir got ku, êdî divê dinya piştgiriya Tirkiye, Katar û Suudî Erebîstan dide çeteyên DAIŞ bibîne, li hember vê helwest bê nîşandan û got, “Em heta dawiyê li rex têkoşîna gelê Kurd a mafdar in. Ji bo li Kobanê û Rojava pergal cih bigire çi ji destê me bê em ê bikin.