Komkujiya Roboskî ya ku di encama wê de 34 zarok û ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarên Almanya Duisburg Giessenê hatin bi meşan hatin protestokirin.
Meşa bi beşdariya zêdetirê 100 kesî li cadeya Schiffenberger ya Giessenê dest pê kir. Di meşê de komkujiyên Roboskî û Mereş hatin protestokirin û dirûşim hatin qêrîn.
Di meşê de hate destnîşankirin ku Tirkiye çekên ji Almanyayê dikire li hemberî Kurdan bi kar îne û ji hukûmeta Alman hate xwestin ku dest vê yekê berde. Her wiha peyam hate dayin ku dê gelê Kurd li hemberî hemû komkujî û zextan li ber xwe bide.”
Meşek din jî bi heman armancê li bajarê Duisburgê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û komkujiyên Mereş û Roboskî protesto kirin. YEK-KOM, DIDF, ATIK, ADHF, Oda piştgirî dan meşa ku têde dewleta Tirk hate prostestokirin.