Li Dresden û Rennesê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

DRESDEN

Bi banga Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê û Meclîsa Jinê ya Ûta, li dijî êrîşên li ser Efrînê çalakî hate lidarxistin. Girseya gel ji kolan Prager heta Alaûen Parkê meşiya û piştre mîtîngek pêk anîn. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û herêma Şehbayê hatin şermezarkirin. Çalakgeran dirûşmên "Erdogan kujer e", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Girseya gel danê êvarê saet di 17:00 de li meydana Charles de Gaûlle li hev civiya. Gelek saziyên biyanî û komeleyan jî piştgirî dan çalakiyê. Tevî nûnerên Komeleya Dostaniya Kurdan, Tevgea Aştiyê, Mala Komeleyên Navneteweyî, Navenda Enformasyon û Piştevaniyê ya Navneteweyî ya Rennesê, Komeleya Arjantînê Renê Palacîos bi qasî 300 kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran li ber pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Dewleta Tirk bila destê xwe ji Efrînê vekişîne" heta meydana Repûblîqûe meşiyan û li vir mîtîngek lidar xistin.