Li Dresden, Freîbûrg û Dortmûndê çalakiyên ji bo Farqînê
Li bajarên Elmanya Dresden, Freîbûrg û Dortmûndê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Farqînê û şermezarkirina terora dewleta Tirk, çalakî hatin lidarxistin.

DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê saet di 14:00 de bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji Pragerstr heta Fraûenplatzê meşek hat lidarxistin. Di çalakiya ku gelek belavok hatin belavkirin de Hevbedevkê Meclîsa Dresdenê Kerem Gok axivî. Gok diyar kir ku zîhniyeta li pişt komkujiya Parîsê û zîhniyeta li pişt êrîşên li Kobanê, Şengal û Farqînê weke hev in. Gok ragihand ku hêzên vê zîhniyetê bi cih tînin barbarên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a faşîst in, ku hevkarên hev in. Gok got, "Divê hîn bêhtir xwedî li berxwedana diyarê Egîdan Farqînê bê derketin." Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serhildana Şengalê", "Bijî Serok Apo"," Bijî YPG, YPJ" bi dawî bû.
DORTMÛND: Li Dortmûndê bi pêşeniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Farqînê", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn. Li ser navê DÎDF, PYD, MLKP û Dakme li vir axaftin hat kirin.
FREÎBÛRG: Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û komkujiya li Parîsê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê bi meşekê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civak Demokratîk a Freîbûrgê ve hat organîzekirin de, tevî ANTIFA, MLPD, Dîe Lînke, Komuna Jinê ya Nûda û endamên Ciwanên Azad, bi qasî 500 kes amade bûn. Girseya gel a li Karlpatzê civiya ji vê berê ber bi Nûnertiya Fransayê ve meşiya. Girseya gel kulîlk danî ber nûnertiyê û find pê xist. Piştî sekneke bêdeng a li vê derê girseya gel careke din ber bi Karlpatzê ve meşiya.