Li Dortmûndê ‘meşa ji bo Efrînê’ hate qedexekirin
Polîsên Elmanyayê meşa ji bo Efrînê ya li Dortmûndê qedexe kir. Gel li hemberî qedexeyan li ber xwe dide.
Polîsên Elmanyayê meşa ji bo Efrînê ya li Dortmûndê qedexe kir. Gel li hemberî qedexeyan li ber xwe dide.
Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi şîara ‘Berxwedana Serdemê’ li pêşiya Dortmûnd HBF’ê kom bûn û sloganên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Erdoganê terorîst’ berz kirin.
Girseyê pankart û poster hildan ên ku êrîşkariya dewleta Tirk û çeteyên wê teşhîr dike. Polîsên Elmanyayê destûr neda ku girse dest bi meşê bike. Girse li hemberî polîsên Elmanyayê li ber xwe dide.