Li Dortmundê konferansa Sûriye û Kurdan

Li Dortmundê konferansa Sûriye û Kurdan

Roja şemiyê li bajarê Dortmund a Almanyayê konferansa bi sernavê “Ji nû ve Dîzaynkirina Rojhilata Navîn û Serhildana Kurdan li Sûriyeyê” tê lidarxistin. Tevî zanyarên Alman, dê siyasetmedarên Kurd tevlî konferansê bibe. Di konferansê de dê dahatûya Rojavayê kUrdistanê û Sûriyeyê bê gotûbêjkirin.

Konferansa ji aliyê Tevna Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) ve tê ldiarxistin, û ji aliyê Navenda Xebatên Gelemperiyê ya Kurd (Civaka Azad) û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê destekkirin. Konferans roja şemiyê 26’ê çile saet di 12.00 de dê dest pê bike û heta 19.00 berdewam bike.

Di konferansê de ku moderatoriya wê Brigitte Schubert dike dê her yek ji Pisporê Rojhilata Navîn Udo Steinback, rojnamevan Friederike Beck û rojnamevan Ferda Çetîn axaftinek derbarê mijara “Li Rojhilata Navîn lêgerînên çareseriyê û Bihara Ereban” de bikin.

Di beşa duwem de ku Emra Emra Îlgun-Birhimeoglu moderatoriya wê dike, dêmijara “Li Sûriyeyê pêvajoya guheritnê û dîmanîkên hundirîn” bê nîqaşkirin. Di vê beşê de Dr. Haluk Gerger û dîrokzan Dr. Gundî Dilberz dê biaxivin.

Di beşa dawî ya konferansê ya bi sernavê “Rola tevgera muxalefeta Kurd di pêvajoya guheritnên li Sûriyeyê de”dê nunerê PYD’ê yê Ewropayê Hesen Mumehed Elî û rojnamevan Dilşah Osman biaxivin û dê Dr. Nick Brauns moderatoriya wê bike.