Li Dortmûnd û Darmstadtê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarên Dortmûnd û Darmstadtê yên Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Dortmûnd û Darmstadtê yên Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad li pêşiya îstasyona trênê ya navendî mîtînga “Rêber Apo Azad Bike” hate lidarxistin.
Ji ber ku polîsên Elmanyayê destûr nedan meşê, Kurdistaniyan ev helwesta polîsan qebûl nekirin û li pêşiya Gara Navendî ya Dortmûndê (HBF) mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkirin. Di çalakiyê de li ser navê KCDK-E’yê Yuksel Koç, nûnerên Ciwanên Azad û nûnerên TAJÊ axivîn û tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê bi heman mebestê meşek hate lidarxistin.
Beriya meşê Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Merdan Kaçmaz axivî û got, “Divê Dewleta Tirk a ku tecrîdê li ser Ocalan dike baş bizanibe ku, em ê li her derê û li her cihî ji bo Rêber Apo têbikoşin.”
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û sloganên “Erdoganê dîktator”, “An azadî an azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Ciwanan di meşê de belavoka li ser tecrîda Ocalan belav kirin.