Li dirûşmeyekê deh meh cezayê girtîgehê hat birîn
Di doza li hemberî Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran de bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' hat vekirin de, 10 meh cezayê girtîgehê li Bariştiran hat birîn.
Di doza li hemberî Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran de bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' hat vekirin de, 10 meh cezayê girtîgehê li Bariştiran hat birîn.
Di doza li hemberî Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran de bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' hat vekirin de, 10 meh cezayê girtîgehê li Bariştiran hat birîn.
Li hemberî Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran, bi îdîaya ku di daxuyaniya çapemeniyê ya 27'ê Tîrmeha 2012'an a bi pêşengiya TUYAD-DER'ê li dijî polîtîkayên tecrîdê hat lidarxistin de dirûşmeya "Tên tên Apoyî tên" qîriya ye, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hat vekirin.
Di encama vê dozê de 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê biryar da ku Bariştiran bi qîrîna vê dirûşmeyê re sûcê 'propaganda rêxistinê' kiriye, ev yek bi raporên polîsan re piştrast bûye û 10 meh cezayê ragirtina li girtîgehê lê birî.
'RAPORA POLÎSAN NABE KU BI TENA SERÊ XWE WEKE DELÎL BÊ DÎTIN'
Doza ji ber qîrîna dirûşmeyekê bi salan dewam kir. Parêzerê Bariştiran Sabahattîn Kaya got, "Li meşê dirûşme hatiye qîrîn. Tê îdîakirin ku Bariştiran jî dirûşmeya 'Tên tên Apoyî tên' qîriya ye. Polîs rapor nivîsandiye, tenê ev heye. Bi tenê ji ber vê yekê doz hatiye vekirin. Dîmen hene; tevlî bûye lê dirûşme neqîriya ye. Ji ber vê yekê, bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' 10 meh cezayê ragirtina li girtîgehê lê hat birîn."
'DADGEH SÛBJEKTÎF NÊZÎK DIBIN'
Kaya da xuyakirin ku Hiqûqa Ceza ya Tirk de pênaseyeke propagandayê ya sînorên xwe nediyar e heye û da zanîn, ku heta bi zor, şîdet û gefê propaganda neyê kirin, ev yek nabe sûç. Kaya ragihand ku bi awayekî bê hiqûqî îdîayên der heqê Bariştiran de tê kirin di çarçoveya 'propaganda bi zor, şîdet û gefê' de hatine nirxand û got, "Ev tê wê wateyê ku qanûn biguherin jî, nirxandinên dadgehan sûbjektîf in. Me xwest, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rewşê bibin ber destê desteke akademîsyen û got, bila ew biryarê bide bê bi gef, şîdet û zextê hatiye kirin yan na. Lê belê dadgehê got ku erka vê yekê di destê wê de ye. Qanûn guherî lê zîhniyet neguherî."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA DEMOKRATÎK BIDOMÎNIN'
Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran ê bi 10 mehan cezayê ragirtinê hat cezakirin got, "Tê îdîakirin ku min bi tenê dirûşme qîriya me. Daxuyaniyeke çapemeniyê ya berî salan e, li wir girse heye. Li Kolana Hunerê dirûşmeyek hatiye qîrîn. Ji ber vê yekê salek cezayê girtîgehê li min birîn. Tevî ku me îtiraza pêwîst li dadgehê irin jî, ceza dan. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Cezayên bi vî rengî wê me ji têkoşîna me venegerînin. Weke siyasetmedar em ê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gel bi cih bînin."