Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Li dijî qirkirina çandî stranên bi zaravayên cuda

Festîvala Çanda Kurd di roja çaremîn de bi stranên ji zaravayên cuda yên Kurdî dewam dike.

FESTÎVALA ÇANDA KURD A 3'YEMÎN

Hefteya Çanda Kurd ku bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Association et Kulturel de Kurdistan (Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê) di 25'ê Gulanê de destpê kir, di roja 4'emîn de li salona Şaredariya Montreuilê dewam kir. Hunermendên TEV-ÇAND'ê hunera xwe pêşkêş kirin.

Di festîvala 'Li dijî asîmîlasyon û qirkirina çandî' de stranên bi zaravayên cuda yên Kurdî hatin gotin.

Piştî hunermendên TEV-ÇAND'ê ji Rojhilatê Kurdistanê Dengbêj Baran, Tabîbe û hunermendê erbaneyê Farzad Andabali hunera xwe nîşan dan.

Festîval wê 1'ê Hezîranê bi konsera fînalê bi dawî bibe.