'Em ê heta dawiyê xeta şehîdan biparêzin’
Fatme Silêman Hebeş kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîr anî û got, “Em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.”
Fatme Silêman Hebeş kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîr anî û got, “Em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.”
Dayîka Şehîd Şîlan Kobanê Fatme Silêman Hebeş kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîr anî û ji ANF’ê re behsa bîranîna xwe ya li gel şehîd Alî Haydar Kaytan kir.
Fatme Silêman Hebeş bîranîna xwe ya bi Alî Haydar Kaytan re wiha vegot, "Em wê demê li Helebê bûn. Heval Alî Haydar çend caran hat mala me. Tevî ku min tam ji zimanê wî fêm nedikir jî, girêdana di navbera me bi gotinan nayê vegotin. Kesayetiyeke wî ya wisa hebû ku bala mirovan dikişand û bandor li mirovan dikir. Ne tenê bi axaftina xwe, bi sekna xwe jî rêberiya mirovan dikir."
Fatme Silêman Hebeş bîranîneke din ji wan rojan vegot û wiha dewam kir, “Sibehî saet derdora 8:30 bû. Wê demê hevalek bi navê Çiya li mala me bû. Dayika Çiya serê sibê bavê Şîlan li ser rê rawestand û jê re got, ‘Mêhvan tên’. Hevserê min wê demê bi wesayîta xwe diçû kar. Li ser vê agahiyê carek din dubare vegeriya malê. Min jê pirsî, ‘Tu çima hatî?’ Wî jî ji min re got, ‘Heval Alî Haydar û hevalê Çiya têne mala me.’ Piştre dayîka heval Çiya hat û dûra jî herdu heval hatin. Wê demê kêfxweşiyekê xwe berdabû hundirê me. Pêşeng heval Alî bi kesayeta xwe ya ku mirovan bi xwe re dibe ber bi azadiyê, bandor li me kiribû.”
Fatme Silêman Hebeş got, “Me xwarin wê rojê amade kir û me bi hev re xwar. Her ji me re qala bîranînên xwe yê rojane dikir, wî qala bîranînên xwe bi Rêber Apo re jî dikir. Bi qasî çend seatan dima û diçû. Me bawer nedikir ku careke din were, me gelekî dixwest ku li gel me be. Em bi kesayetiya wî ku bêhna azadiyê jê dihat ve hatin girêdan.”
Fatme Silêman Hebeş anî ziman ku ew weke dayika şehîd Şîlan xwedî berpirsyariyeke mezin e û diyar kir ku ew ê heta dawiyê mîrateya şehîdan biparêzin.
Fatme Silêman Hebeş wiha domand, “Bi hezaran heval hatin mala me, bi hezaran heval di mala me de perwerde dîtin. Şehîd Alî jî yek ji wan bû, pêşengê me bû. Dema ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hate ragihandin, mîna ku keça min Şîlan careke din şehîd ketibe, min hîsek wisa jiya. Şehadeteke ku gelekî bandor li gel kir. Lê em ê li ser vê soza xwe bidomînin. Heta dawî em ê ji xeta Apoyî dûr nekevin.”