Li dijî peymanên qirêj ên YE-Tirkiyeyê wê li Berlînê çalakî bê lidarxistin

Peymanên qirêj ên Yekîtiya Ewropa bi taybetî jî hikûmeta Elmanya bi Tirkiyeyê re dikin, wê sibe li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê werin şermezarkirin.

Bi pêşengiya NAV-DEM, HDK û Interventionstische Linke, wê hêzên demokratîk sibe saet di 16:00 de ji Berlîn Rotes Rathaus / Neptunbrunnen dest bi meşê bikin.

Der barê mijarê de NAV-DEM, HDK û Interventionstische Linke Berlîn daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Peymana bi rejîma Erdogan re hatiye kirin, karakterê durû û dijberiya mirovahiyê ya polîtîkayên Erdogan radixe pêş çavan, ku ev polîtîka ji aliyê Yekîtiya Ewropa (YE) û hikûmeta Elman ve tên destekkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, beriya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi rengekî vekirî zilma dewletê li civaka Tirkiyeyê dihat kirin û hat gotin, "Beriya niha bi salekê, li dû serketina HDP'ê ya hilbijartinê, şerê li dijî Kurdan ji nû ve hat destpêkirin. Bajarên Kurdan ji serî heta binî dihatin xerakirin. Entelektuelên Tirkiyeyî, rojnamevan û bi sed hezaran Kurd ketin ber lêpirsîna rejîma AKP'ê û gelek jî neçarî koçberiyê hatin hiştin. Siyasetmedarên Elman û Yekîtiya Ewropayê, binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatin."

Saziyên navborî diyar kirin, bi vê peymanê re penaberên ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviyan e, wê bi penaberên din re bên pevguhertin. Her wiha dan zanîn, ku heta sala 2018'an wê 6 mîlyar Euro pere ji Tirkiyeyê re bê dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di berdêla vê de soz ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku muzakereyên endametiya Yekîtiya Ewropayê dest pê bikin û vîze li welatiyên Tirkiyeyê bê serbestkirin. Ev peyman ji bo Erdogan girîng e. Ji ber ku dixwaze hem li hundir hem jî li derve pûanê bistîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo şermezarkirina va polîtîkayên li derveyî mirovahiyê, em ê di 2'ê Îlonê de li kolanan bin. Têkildarî peymana qirêj a bi despot Erdogan re hatiye kirin, nabe ku em bêdeng bimînin. Em mejiyê polîtîk ê sar ku rê li ber vê peymanê vekir, red dikin. Ji bo gelên Rojhilata Navîn em piştgiriyê didin perspektîfa adîl û wekhev."