Li dijî pêkanînên kêfî yên polîsan li DYA meşa dirêj
Li dijî pêkanînên kêfî yên polîsan li DYA meşa dirêj
Li dijî pêkanînên kêfî yên polîsan li DYA meşa dirêj
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), nerazîbûnên li biryara nedarizandina polîsê ciwanekî reşik qetil kir, dewam dikin. Parêzvanên mafên mirovan ên li bajarê Fergûson ê eyaleta Mîssoûrî civiyan, wê bi meşeke dirêj a 7 rojan, daxwaza edaletê bikin.
Piştî aşkerakirina biryara nedarizandian polîs Darren Wîlson ê ciwanê reşik Michael Brown ê 18 salî di meha Tebaxê de qetil kir, di nava hefteyekê de xwepêşandanên mezin ên protestoyî hatibûn lidarxistin. Walîtiya Mîssoûrî û bi bicihkirina zêdeyî deh hezar polîs û bi hezaran leşkeran re hewl da bajêr kontrol bike, rastî nerazîbûnan tê.
Bi dehan parêzvanên mafên mirovan û nêzî 60 xwepêşandêrên bi motorsîkletê yên li Fergûsên hatin cem hev, biryar dan ku heta paytexta eyaleta Mîssoûrî Jefferson City 192 kîlometreyan bimeşin. Çalakgerên ku biryar dan di roja destpêkê (Şemî) 16 kîlometreyan bimeşin, wê di nava 7 rojan de bigihêje paytextê.
Çalakî bi pêşengiya yek ji saziyên sereke yên welêt ên mafên mirovan NAACP tê lidarxistin. Parêzvanên mafên mirovan dixwazin midûrê polîsan ê bajarê Fergûsonê îstifa bike û li gelemperiya welêt jî, erka polîs ji aliyê bingehî ve bê reformekirin.