Li dijî Heyeta Rojava muameleya keyfî
Li dijî Heyeta Rojava muameleya keyfî
Li dijî Heyeta Rojava muameleya keyfî
Heyeta Rojava ku di navde Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asya Abdullah jî hebû di derbasbûna Rojava de bi hinceta "destûrên pêwist" tune hatin astengkirin. Heyeta Rojava ku di navde Abdullah jî heye li Sînrorê Dirbêsiyê tên rawestandin.
Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asya Abdullah û heyeta li gel wê li ser banga BDP'ê û KCD'ê hatin Amedê û beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn. Heyeta PYD'ê û rojava piştî çend rojan li Amedê bi saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anîn îro xwest dîsa vegere Rojava. Heyeta PYD'ê li gel Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Şaredarê Qoserê Ferhan Türk Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan û rêveberên BDP'ê hatin Sînorê Rojava. Heyeta ku ji bo vegerê çû ser sînor, li deriyê Sînorê Rojava û Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdîn bi awayekî keyfî hat rawestandin. Fermandarê Alayê li ser sînorê Dirbêsiyê heyet asteng kir. Fermandarê Alayê, Heyeta Rojava ku di navde Abdullah jî heye li Sînrorê Dirbêsiyê bi hinceta "destûrên pêwist" tune hatin astengkirin.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, bertek nîşanî helwesta Fermandarê Alayê da û li Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler geriya û xwest pirsgirêk bê çareserkirin.