Li dijî êrîşên dagirker hêrsa Kurdan kêm nabe

Hêrsa Kurdistaniyan a li dijî hewldana dagirkereriya dewleta Tirk kêm nabe. Li gelek deverên Ewropayê Kurdistanî daketin kolanan û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li dijî hewldana dagirkirina Efrînê û komkujiyên sivîlan çalakiyên şermezarkirinê ya Kurdistaniyan bênavber didome. Di çalakiyan de berxwedaniya Efrînê hate slavkirin û ji bo 3’yê Sibatê jî banga tevlêbûna ‘Ji bo Efrînê em 1 milyon li qada ne’ hate kirin.

DUÎSBÛRG

Li Duîsbûrgê ya Elmanya Kurdistanî li ber stestyona terênê ya Mulhemîm an der Rûhlê hatin cem hev û hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi meş û mîtîngekê şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin dewleta Tirk bi pejirandina Elmanya, Rûsya û DYA’yê komkujiyan dike.

DÎEBÛRG

Kurdistaniyên li Dîebûrgê j îli meydana Musterê hatin cem hev û ber bi Dîebûrg Mark plasê ve meşiyan. Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin, ‘’Bijî berxwedana Efrînê, Bijî’, ‘’Serok Apo’’, ‘’kujerê zarokan Errdogan ji Kurdistanê bicehime’

STÛTTGART

Li Stûtgarê Kurdistanî û komên ciwan ên antîfaşîst ên Elman êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiya sivîlan şermezar kirin. Bi axaftinan û belavokan komujî hate vegotin. Bi Elmanî pankarta, ‘’Çekan bes ji Tirkiyê re bişînin, Efrînê biparêzin’ hate vekirin.

KASSEL

Kurdistaniyên li Kaselê jî li ber çav Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev û bi meşekê hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.

NURNBERG

Li Nurnbergê Kurdistanî ji bo me şermezarkirina hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê hatin cem hev û gotin, ‘Leşkerê Tirk ji Kurdistanê bicehime, kujerê zarokan Erdogan’’.

HILDESHEIM

Li Hîldesheîmê ya Elmanya Kurdistnaî li ber HBF’ê hatin cem hev û bi meşekê komkujiya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê ya Elmanya bi çalakiyeke girseyî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hevseroka Koma Partiya Çepgir a Hambûrgê Cansû Ozdemîr axivî û dirûtiya Elmanyayê şermezar kir.

Ozdemîr got di êrîşên dewleta Tirk de heta niha ji 100 kesî zêdetir sivîl hatine kuştin û got dewleta Tirk bi komên cîhadîst ên mîna DAÎŞ, El Qaîde êrîşê bi ser Kurdan de dibe.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya Şemiyê jî bang hate kirin.

DUSSELDORF

Kurdisaniyên li Dusseldorfên li ber Bûroya Unîcefê hatin cem hev û êrîşên dagirker ên deweta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çalakiyê de Berdevka YJK-E’yê Ayten Aslaner axivî, got bêdengiya Ewropa tê maneya desteka li êrîşan û got,’’Efrîn bi giyanê Avesta Xabûr li ber xwe dide, Efrîn wê bi ser bikeve, êrîşkar wê têk biçin.’’

Her wiha di çalakiyê de ji bo çalakiya 3’ê Sibatê jî bang hate kirin.

HEIDELBERG

Kurdistaniyên li Heîdelbergê ji ber HBF’ê bi meşekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Bi hinceta ku alayên YPG-YPJ’ê hildane polîsan hewl dan ku meşê asteng bikin. Girseyê bi dirûşmeyan dawî li çalakiyê anî. Dema ku girse belav bû polîsan 5 kes binçav kirin. Piştre yên ku hatin binçavkirin hatin berdan.

HANNOVER

Li Hannoverê jî Kurdistanî li ber HBF’ê civiyan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.

NIENBURG-CELLE

Li Nîenbûrg û Celleyê jî Kurdistanî û dostên wan derketin kolanan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Efrînê’ şermezar kirin.

MUNSTER

L Munsterê ya Elmanya bi sedan kes li ber HBF’ê hatin cem hev û êrîşkariya dewleta Tikr û komkujiya sivîlan a li Efrînê pêkhatî şermezar kirin.

LEIPZIG

Li Leîpzîgê ya Elmanya jî Kurdistaniyan bi meş û mîtîngekê êrîşkarkariya dewleta Tirk şermezar kirin.

FRIEDRECHSHAFEN

Li Frîedrîchshafenê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkriin. Di çalakiyê de li ser navê partiyên Elman axaftin hatin kirin.

PERTH

Li Perthê ya Avûstûryayê Kurd û dostên wan li ser piyan bin û êrîşkariya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de bêdengiya dinyayê jî hate şermezarkirin.

PÎSA

Li Floransa û Pîsa ya Îtalyyê jî di civîna giştî ya meclîsê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi fermî hatin şermezarkirin.

ATÎNA

Li Atînayê, li meydana Syntagmayê Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakvanan stande vekirin û belavokên bi naveroka êrîşan hatin belavkirin.

PARÎS

Li Parîsê jî Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û li ber parlamentoya Fransayê kon danîn û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

MARSÎLYA

Li Marsîlya ya Fransayê bi sedan Kurd li meydana Canabîere hatin cem hev û êrîşên dagirker ên li ser Efrînê şermezar kirin. Di meşê de jinan wêneyên Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr rakirin. Di axaftinan de li dijî hewldana dagirkrina Efrînê bag li raya giştî ya navnetewî hate kirin ku bihistyar bin û her wiha banga tevlêbûna li çalakiya 3’yê Sibatê hate kirin, ku saet 13.00’an li Meydana Canebîerê wê dest pê bike.

BORDEAUX

Li Bordeux a Fransayê jî Kurdistaniyna bi çalakiya kondanînê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin.

ARNHEM

Li Den Haag û Armehê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û banga tevlêbûnê ya li çalakiya 3’yê Sibatê hate kirin.

ANVERPWEN

Li Antwerpen a Belçîka jî hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Banga tevlêbûna çalakiya 3’yê Sibatê hate kirin.

TIROL

Li bajarê Tîrolê ya Avûstûryayê jî hewldana dagirkeriya Tirk ku 20’ê Çile li dijî Efrînê dest pê kirî hate şermezarkriin. Meşe li kolana Marîa Therese dest pê kir . Ji ber Mûzeyê heta bi stestonê bi dirûşmên ‘Terorîst Tirkiye’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan.

LUXEMBÛRG

Kurdistaniyên li Luxembûrgê êrîşên dagirker ên deweleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Her wiha bêhelwestiya DYA’yê ya li bara êrîşan jî hate şermezarkirin.

OREBRO

Li Swîsre Orobro Kurdistanî û dostên wan li Meydana Jarntorgetê hatin cem hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li ser naê Partiya Demokrat a Xirîstiyan Hakan Ek asxivî û got dema wê hatiye ku Kurd çarenûsa xwe diyar bikin û bang li Hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa kir ku ji bo Efrînê tevbigerin.

BÎEL

Li Bîelê, li ber stestona navendî bi sedan Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de şermezar kirin.

LA CHAUX-DE-FONDS

Girse li ber stesyona navendî ya trênê hatin cem û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

LUZERN

Kurdistaniyên li Luzernê li meydana Theateplatzê hatin cem hev bi meş û mîtîngekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

ZURÎH

Kurdistaniyên li Zûrîhê jî li cem stesyona trênê ya Oerlîlkonê hatin cem hev û hewldana dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

WİNTERTHUR

Li Wînterhûr a Swîsre Kurdistanî hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

CENEVRE

Kurdistaniyên li Cinêvê li dor konê li ber NY’yê hatin cem hev, pêşmalkên spî ku li ser nivîsên ‘’Li Efînê komkujiya sivîlan tê kirin’, ‘Erdogan zarokan dikuje’ li xwe kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin êdî NY pêbaweriyê nema dide, dema ku mijar Kurd bin xwe kerr û lal dike.