Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Îzmîrê Ferzande Denîz diyar kir ku ti eleqeya çeteyên DAIŞ'ê bi ol re nîne û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê ya destekê dide van çeteyan, bi qasî DAIŞ'ê dijminê mirovahiyê ye. Denîz bibîr xist ku Erdogan jî mîna Mûaviye qesr daye çêkirin û anî ziman, ku her zilm berxwedêran diafirîne.
Denîz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku piştî qedandina dibistana seretayî wê perwerdeya medreseyê dîtiye û meletî kiriye. Denîz ragihand ku şewitandina gundan bandoreke gelekî neyînî li malbata wan kiriye û got, "Ji wê rojevê ve, li dijî zilm û zaliman, min li qada siyaseta legal dest bi têkoşînê kir. Piştî ku ji ber koça ji neçarî em li Îzmîrê bi cih bûn, bi meleyên hatin cem hev re me Komeleya Piştî û Alîkariya Oldaran a Îzmîrê ava kirin. Nêzîkatiya sîstemê ya li Kurdan, di ol de jî nêzîkatiyeke yekparêz bû. Diviyabû valahiya têkoşînê ya li vê qadê jî bihata dagirtin."
'CIHÊ XWE DI ÎSLAMÊ DE NÎNE'
Denîz êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê ya hefteya bihurî nirxand û bibîr xist, ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ev 35 sal in şer dewam dike û her du alî jî Misilman in. Denîz got, "Qurani Kerîm di ayeteke xwe de dibêje, 'me ew weke nêr û mê afirand' ji bo hûn hev du nas bikin. Em Kurd her gelî nas dikin, lê çima gelên din me nas nakin? Ew mirov ji bo anîna aştiyê, ji bo sekinandina rijandina xwînê çûbûn Enqereyê. Ev nêzîkatî di nava Îslamê de jî xwedî cihekî gelekî girîng e. Ji bo sekinandina vî şerî divê tevahiya alema Îslamê seferber bibe. Ev fermana Quranê ye. Yên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, ji bo bicihanîna fermana Quranê çûbûn wê derê. Lê li hovîtiyeke bi vî rengî rast hatin. Cihê vê yekê ti carî di Îslamê de nîne."
'DAIŞ ÇETEYEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
Denîz da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dide têgihiştineke 'li ser navê Îslamê şer dike' biafirîne û destnîşan kir ku ev çete hatiye lenetkirin, ti carî cihê xwe di Quranê yan jî di oleke din de nîne. Denîz diyar kir ku Xwedê dibêje, "Eger bawermendek bawermendekî bi zanebûn bikuje wê heta bi hetayê di agirê cehenemê de bişewite" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev êrîş û komkujiyên DAIŞ dike, gelo li kîjan olî tê? Yên eleqeya xwe bi mirovahiyê re nîne, ti eleqeya xwe bi Îslamê re jî nîne. Ji bo van çeteyan di Quranê de tê gotin, "Hin mirov hene, mîna ku bawer dikin xuya dikin, lê wan ti carî bawer nekirin e. Di dilê wan de nexweşiyek heye, êşeke mezin li benda wan e". Dema li van bê temaşekirin, tê dîtin ku DAIŞ çeteyeke li dijî mirovahiyê ye."
'JI KOMKUJIYAN HIKÛMETA AKP'Ê JÎ BERPIRSYAR E'
Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Denîz bibîr xist, ku hikûmeta AKP'ê desteka çek, kelûmelên tibî, xwarin û alîkariya madî dide van çeteyên li Sûriyeyê û got, "Di ayetan de jî tê gotin; Bi dilê xwe jî meylî zaliman nekin, eger hûn bikin ti cudahiya we û wan ji hev namîne. Lê desthilatdarî çi dike; meyl li aliyekî yekser alîkariyê dide wan. Ev yek bi ti awayî nayê vegotin. Tayyîp Erdogan di meydanên mîtîngê de Qurana bi Kurdî dihejîne. Lê belê ne li gorî wî ye ku ya di hundir de hatiye nivîsandin bi cih bîne. Ji ber vê yekê, ji komkujiyên DAIŞ'ê hikûmeta AKP jî berpirsyar e. Hikûmeta AKP'ê, ji ber ku alîkariyê dide van çeteyên li Rojhilata Navîn bûne belayê serê mirovahiyê, hem zalim e, hem jî lenetbûyî ye."
'LI FIREWN BINÊRE, AQÛBETA XWE BIBÎNE'
Denîz bal kişand ser bikaranîna Qurana bi Kurdî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve li meydanên mîtîngê û ev nêzîkatî weke qirêjî û neçariyê nirxand. Denîz da xuyakirin ku ti eleqeya hikûmeta AKP'ê bi Îslamê re nîne û got, "Tayyîp Erdogan ancax dikare bibe Mûaviye. Ji ber ku ji wî re jî qesreke kesk çêkiribûn, wî jî li wê derê zilm li gel dikir. Bêguman li cihê zilm lê hebe, berxwedan jî heye. Bila Erdogan li firewnan binêre. Her zilm li hemberî xwe berxwedêran diafirîne. Mûaviye dema li hemberî Hz. Alî şer dikir çawa ku rûpelên Quranê bi serê rimê ve kir, Erdogan jî li meydanên mîtîngê Quranê dihejîne. Her du dîktatoran ji bo jiyana xwe ya qesrê û desthilatdariya xwe Quran bi kar anîne. Îslam li dijî zilmê fermana berxwedanê dide. Bila ti kes li hemberî zilmê bêdeng nemîne. Zilma AKP'ê li hemberî xwe berxwedêr afirandiye. Divê em jî di nava vê berxwedanê de cih bigirin."