Li Dersimê qada şehîdgehê hate bombebarankirin

Li Pilemûriyê qada "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" hate bombebarankirin.

Li Pilemûriyê qada "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" hate bombebarankirin.

Li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê operasyona leşkerî di roja duyemîn de berdewam dike. Li herêmê tevgera balafirên bêmirov heye. Hate hinbûn ku herêm ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve hate bombebarankirin.

Operasyon li çolterên gundên Buyukyurt, Uzurtarla, Dokuzkaya yê Pilemûriyê û gundê Alacik ê bi ser navenda Dersimê berdewam dike û ji herêmê dem bi dem dengê çekan tê.

Helîkopterên ku ji navenda bajar rabûn çoltera gundê Hakîs a Qesleyê bombebaran kirin û piştî bombebaranê ji herêmê dengê çekan hat.

Di saetên êvarê de jî riya Pulurê ji bo sewqiyata leşkerî hate vekirin û gelek wesayîtên zirxî, kobra jî hatin sewqkirin. Riya hatibû vekirin ji aliyê leşkeran ve careke din hate girtin û li herêmê operasyon berdewam dike.

Dîsa li Dersimê herêma "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" jî hate bombebarankirin. Piştî bombebaranê tank û wesayîtên zirxî hate îdiakirin ku ketine şehîdgehê û texrîb kirine.