Li Dêrsimê li hember êrîşên li dijî şehîdgeh û pîroziyan banga berxwedanê

Pîrên Elewiyan bombebarana şehîdgeh û texrîpkirina cemxaneyê şermezar kirin.

Pîrên Elewiyan bombebarana şehîdgeh û texrîpkirina cemxaneyê şermezar kirin. Pîrên Elewiyan gotin, "Kerbela çawa li hemberî hişmendiya Yezîd serdemekê bû sembol divê Dêrsim jî li hemberî êrîşên faşîst bibe keleha berxwedanê."

Pîrên Elewiyan bi armanca şermezarkirina bombebarankirina Şehîdgeha Sunda Çîçek û Doktor Baran a ku nêzî gundê Roşnek a ku gorên gerîlayên PKK'iyan û hestiyên kesên di Komkujiya Dêrsimê ya 38'an lê ne li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê Pîrên Elewiyan Hasan Genç daxuyanî xwend û diyar kir ku bangên li her du aliyan hatin kirin rayedarên KCK'ê bersiv da û biryara bêçalaktiyê girt. Genç got "Hikûmeta heyî di şer de israr dike û di nava pratîkek şer a hov de ye" û li Enqere aştî hat bombebarankirin. Genç da zanîn ku di rojên şînê de cihê îbadetê Cemxane rastî êrîşê hat di civakê de birînên kûr vekirin û wiha axivî: "Di serî de civaka Elewî divê hemû kesên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê baldar bin û tevlî berxwedanê bibin."

'EM BI ÊRÎŞA 80 SAL BERÊ RÛ BI RÛ NE'

Genç got, "Kerbela çawa li hemberî hişmendiya Yezîd serdemekê bû sembol divê Dêrsim jî li hemberî êrîşên faşîst bibe keleha berxwedanê." Genç da zanîn ku ew destûrê nadin Dêrsimê bikin Kerbala û wê weke Hz. Huseyîn li ber xwe bidin. Gunç bilêv kir ku ew destûrê nadin cihên pîroz, cihên îbadetê û goristanan bên hilweşandin û wiha axivî: "Em bi êşên 80 sal berê re rû bi rû ne."

BANGA BALDARIYÊ

Genç bang li hemû kesan kir ku li hemberî vê hovîtiyê baldar bin.

Piştî daxuhaniyê Pîrên Elewiyan bi Dêrsimiyan re ber bi şehîdgeha hatî xirabkirin ve bi rê ketin.