Li Dêra Zorê 2 serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

Di operasyona Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê de li bajarokê Şefayê 2 serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku ji gelek êrişan berpirsyar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya operasyonên berfireh ên dijî rêxistiniya hucreyan a çeteyên DAÎŞ'ê de doh bi şev li bajarokê Şefa û derdora wê operasyon kirin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî, serçeteyê bi navê B.C.E. girtin ku weke 'emîrê Firatê' yê çeteyên DAÎŞ'ê dihate pênasekirin. Ev koma çete di heman demê de plansaz û berpirsyarê gelek êrişên dema dawî yên li herêma Baxozê bû.

Serçeteyê din ê hate girtin jî S.D. ye ku ji êrişên li Hecîn û Baxozê berpirsyar bû.

Her du serçete li xwe mikur hatin ku gelek bûyerên terorîstî pêk anîne, ji teqîna li dijî meclisa herêmî ya Şefayê, teqandina erebeyekê li hemberî stasyona sotemeniyê ya Şamê, êrişa li dijî wesayîteke leşkerî û teqandina mala Ebdulselam Xelîf El-Salim û gelek bûyerên terorîstî yên ku li herêmê rû dane.