Li Denîzliyê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Denîzliyê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes destgîrkirin.
Li Denîzliyê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes destgîrkirin.
Rejîma AKP-MHP’ê her ku nêzî hilbijartinê dibe zextên li ser HDP’ê zêdetir kir. Polîsan serê sibê li Denîzlî bi ser gelek malan de girtin û gelek kes destgîrkirin. Polîsên ku lêgerîn pêk anîn, eşyayên malan belav kirin. Derbarê kesên hatin destgîrkirin de, tenê hat gotin ku derbarê wan de biryara girtinê heye.
Di çarçoveya operasyonê de, polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê Denîzlî Cevahîr Kayar de jî girtin û hevjîna wî Muhlîs Kayar destgîrkirin.
Di operasyonê de Gokhan Oner jî hat destgîrkirin. Birayê Oner Alî Oner, diyar kir ku di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê li erdê re dirêj kirin û got: “Hemû amûrên mala me belav kirin. Destûr nedan em serê xwe rabikin. Birayê min paş ve kelepçe kirin û bi xwe re birin. Derbarê serdegirtinê de tu tişt ji me re negotin.”