Li Denîzlî, Erzîrom û Agirî 7 binçavî, 2 girtî

Li Denîzlî û Erzîromê 7 kes hatin binçavkirin, li Agirî jî 2 kes hatin girtin. Di serdegirtinên li Wanê de jî jinekê krîza dil derbas kir.

Li Denîzlî û Erzîromê 7 kes hatin binçavkirin, li Agirî jî 2 kes hatin girtin. Di serdegirtinên li Wanê de jî kesekî krîza dil derbas kir.

Di çarçoveya konsepa şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re ev operasyon zêde dibin.

DENÎZLÎ

Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de avahiya HDP'ê ya Merkezefendî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin lê lêgerîn nehat kirin. Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar û serdema binçavkirina nehat zanîn.

AGIRÎ

Li navçeya Avkevirê yê Agiriyê duh endamê KCD'ê Behrem Işik û keyayê gundê Goma Elo Engîn Kaya hatibûn binçavkirin. Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan ew derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgerî piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê jî bi hinceta "endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.

ERZÎROM

Li navçeya Erzîrom Tatosê rêveberên DBP'ê yên navçeyê Çetîn Yalçin û Rizgan Tûran, danê sibehê li pêşiya navçeya Qereyaziyê ji wesayîtê hatin peyakirin û ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Çetîn û Yalçin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

DI SERDEGIRTINA LI WANÊ DE JINEKÊ KRÎZA DIL DERBAS KIR

Polîsên tevgera taybet di serdegirtinan de zexta fîzîkî û psîkolojîk li gel dikin. Li taxa Şabaniye ya navçeya Wan Artemêtanê, polîsan bi wesayîtên zirxî avêtin ser konteynira malbata Patir tê de dijî. Di serdegirtinê de hevsera Mûhsîn Patir Refîka Patir krîza dil derbas kir û ew rakirin servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Patir xetere ye û rîsk heye ku felç bimîne.