Li Den Haagê dewleta Tirk hat protestokirin

Li bajarê Den Haag ê Holanda ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd çalakiyek li pêşiya parlementoya neteweyî hat lidarxistin.

Li bajarê Den Haag ê Holanda ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd çalakiyek li pêşiya parlementoya neteweyî hat lidarxistin. 

Çalakiya di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Holanda û Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Holanda pêk hat de Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Hollanda (Hakder) û Rêxistinên Çep ên Tirkiyeyî tevlî bûn. Ji dewleta Tirk hat xwestin ku dest ji polîtîkayên şer berde, her wiha bexwedana gel hat silavkirin.

Di çalakiya de bêdengbûyina cîhanê û Rojavayê Tirkiyeyê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin. Çalakî heta roja Şemiyê wê bidome. Hat diyarkirin ku sibehê saet di navbera 15:00-19:00’an de li pêşiya parlamentoyê wê çalakî bidome, roja Şemiyê jî li pêşiya Şaredariya Den Haagê saet di navbera 14:00-17:00’an de wê çalakiya rûniştinê ya girseyî bê lidarxistin.

Piştî çalakiyê wêneyên ku êrîşên li ser Kurdistanê û hevkariya Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê dide diyarkirin hatin hilgirtin. Jinan belavokên têkîldarî şerê li hember Kurdan û berxwedana gelê Kurd belav kirin.
Ji bo çalakiya sibehê ya kon danînê û çalakiya roja Şemiyê banga bi berpirsiyartî  tevgerînê hat kirin û tevlîbûna çalakiyê hat xwestin.

...