Li Den Haag ji bo 'malbatên şehîdan' aktîvîte

Li Den Haag ji bo 'malbatên şehîdan' aktîvîte

Li bajarê Den Haag ê Hollanda ji bo ‘malbatên şehîdan’ aktîvîteyek hat lidarxistin. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman a di aktîvîteyê de axivî got: “Şehîdên me rênîşanderên me ne” û bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ û berxwedana li hemberî wê.

Li bajarê Den Haag ê Hollanda ji bo ‘malbatên şehîdan ‘ aktîvîteyek hat lidarxistin. Dilşa Osman di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Şehîdên me rênîşanderên me ne. malbatên Şehîdan hêza parastina me ne. Em êdî sînoran nas nakin. Di me de sînor nîn e. Li Şehîdan binêrin. Her yek ji wan ji çar parçeyên Kurdistanê ne. Şehîdên me ji xwe ev bi ser xistine.”

Dilşad bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha got: “Divê em li Kobanê bi piralî tevbigerin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe banga seferberiyê kir. Li ku dera cîhanê be bila bibe divê ji bo seferberiyê tevlîbûn çêbibe."

Dilşa Osman di dewama axaftina xwe de got ku têkoşîna bi rê ve dibin têkoşîna parastina rûmeta mirovane û wiha dewam kir: “Xeta me xeta Mazlum Dogan e. Şoreşa me şoreşeke mezin a mirovatiyê, jin û ciwanan e. Me li Şengalê Turkmen, Ereb û tevahî gelên din parastin. Em tevgereke gel in.”

 Piştî axaftina hevseroka KCD-E xwarin hat dayîn.