Li Darmstadtê çalakiya ji bo Ocalan

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate danîn.

Standa agahdarkirinê li meydana Lûîsenplatz a li navenda bajêr hate danîn û têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavok hatin belavkirin û agahî ji mirovên hatin serdana standê hate dayin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku di mijara azadiya Ocalan de bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin.

Piştî çalakiyê, ku heta saet 19'an dewam kir, heyetek ji çalakgeran wê îro serdana saziyên Elman bike û dosyayê bide wan. Roja 12'ê Tebaxê jî wê li navenda bajêr mîtîngek bê lidarxistin.