Li Danîmarkayê jî pêngava ‘Qirkirina Ermeniyan’

Partiyên li Parlamentoya Danîmarkayê, ji bo nasîna Qirkirina Ermeniyan ketin nav hewldanan.

Partiyên li Parlamentoya Danîmarkayê, ji bo nasîna Qirkirina Ermeniyan ketin nav hewldanan.

Partiyên ku di parlamentoya Danîmarkayê de komên wan hene, beriya Kralîçe 2. Margrethe vê havînê were Tirkiyeyê, li ser hikûmetê ji bo hin zextan li ser Tirkiyeyê bidin avakirin, hewl didin hin bîryaran bidin girtin.

Parlamentoya Danîmarka ku danezana rexnekirinê ya ji ber zextên li ser çapemeniyê ya Tirkiyeyê, binpêkirinên demokrasî û mafan qebûl kir, niha jî ji bo nasîna Qirkirina Ermeniyan wê bikeve nav hewldanan. Di pêşnûmeya ji aliyê partiyên Enhedslisten, Alternativet û Liberal Alliance de mînak ji hin dewletên endamên Yekîtiya Ewropa û herî dawî jî Elmanya hate dayîn, dixwazin ku pêkanînên 1915’an ên li ser Ermeniyan hatine meşandin ji bo wek ‘qirkirinê’ bên nasîn li parlamentoyê bikeve dengdayinê.

‘JI BO KOMÊN TÊKOŞÎNVAN WÊ BIBE PIŞTGIRÎ’

Li ser navê partiyên ku pêşnûme pêşkêş kirin, Berdevkê Karên Dervê yê Enhedlîstenê Nîkolaj Vîllûmsen axivî, wiha got:

 “Bêdengiya li beramberî dîplomasiya hikûmeta Tirk a der barê Qirkirina Ermeniyan de, wê bibe sedem ku hikûmet li welat polîtîkayên xwe yên li ser kêmnetewan û komên têkoşîna demokratîk didin dewam bikin. Ji ber vê jî wek parlamentoyên Swêd, Hollanda, Fransa û Elmanyayê, eger parlamentoya Danîmarkayê jî qirkirinê qebûl bike, ev wê ji bo kêmnetewe û komên têkoşerên demokrasiyê re bibe piştgirî.”

Nîkolaj Vîllûmsen diyar kir ku pêşnûme ne tenê xwedî naverokek dîplomatîk, siyasî ye, her wiha ev bûyerek ku dema Osmaniyan de pêk hatiye, ti dîroknasê xwedî mejî jî vê red nake, got: “Êdî divê hikûmeta Tirk vê sansura daniye ser vê mijarê derbas bike.”

Dîsa Berdevkê Lîberal Allîanca Mette Boch jî ji ber daxuyaniyên li ser mijarê Venstre ku partiya mezin a di koalîsyona hikûmetê de ye, rexne kir:

“Partiya Venstre, ji ber ji nerazîbûnên hikûmeta Tirk bi fikar e û krîzek dîplomatîk naxwaze, naxwaze vê pêşnûmeyê ji dengdayinê re veke.”

HIKÛMET WÊ BÎRYARÊ BIDE

Pêşniyarên ji bo nasîna Qirkirina Ermeniyan di demên hikûmetê bihurî de ji aliyê partiyên çep hatibûn rojevê. Bi taybet piştî nasîna Parlamentoya Elmanyayê, tê gotin ku ji bo vê mijara dîsa ketiye rojevê germahiyek ji aliyê partiyên rastgir jî hene. Her çiqasî ji bo pêşniyar biçe desteya giştî her 3 partî jî bi biryar bin, dîsa bê ka wê mijar di Meclîsê bê nîqaşkirin an na, wê Wezareta Karên Derve û hikûmet biryarê bide.