Li Danîmarka û Elmanyayê ji bo Azadiya Ocalan çalakî tên lidarxistin

Li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin.

Li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin. Di çalakiyan de sepanînên dagirker a dewleta Tirk a li ser Rojava jî tê protestokirin. Li Elmanya û Danîmarkayê Kurd û dostên wan, peyam dan ku wê tecrîda li ser Ocalan qebûl nekin.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, duh danê êvarî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk meşek hate lidarxistin. Di meşê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin, dagirkirina Cerablûsê û qetlîamên li gundan ji hêla dewleta Tirk hatine kirin jî hatin protestokirin.

Dema meşê de ku ji Dresden Neustadt-Albertplatz heta Parka Alaûen dom kir, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” hatin berzkirin.

HOLSTEBRO

Li bajarê Holstebro ê Danîmarkayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.

 Kurdên ji Anatolyaya Navîn ên li bajêr dijîn, danê êvarî wek 20 kesî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Endama Komîsyona Jinê Hanîfe Hacxelîl têkîldarî çalakiyê wiha axivî; “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Ji Ocalan agahî nayên girtin, lewre jî ji bo agahdarkirina raya giştî Kurdan li Holstebro dest bi greva birçûbînê kirin. Hevdîtinên bi Rêzdar Abdullah Ocalan re bêne kirin wê rê li aştî û hizûrê vekin.”

Her wiha anî ziman ku ji Kurdên li Holstebro û derdora wê jî bendewariya piştgiriyê dikin.

Her wiha, têkîldarî tecrîdê dosyayek radestî Şaredariya Holstebro hate kirin, li çapemeniyê jî belavok hatin belavkirin.

Televîzyonên mezin ên Danîmarkayê jî greva birçîbûnê bi weşana zindî dan. Her wiha rojnameya Lokal a Holstebro jî serdana kon kir û roportaj girtin.

Dîsa, îro berdevkên YNK’ê yên li Danîmarkayê jî serdana kon kirin û destekên xwe bi lêv kirin. Wê sibehê jî Serokê Şaredariya Holstebro Hans Christen Østerby were ziyaretê.

 

...