Li Danîmarakayê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çakakiyek kon hate lidarxistin.

Endamên Meclîsa Civaka Kurd a Damokratîk a Danîmarkayê, diyar kirin ku temînata azadiya gelan û aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji bo azadiya Ocalan dest bi çalakiya kon kirin.

Çalakiya ku îro saet 12:00’an destpê kir, wê heta saet 18:00’an dom bike. Çalakiya kon a bi şîara “ Banga xwedîderketina li Rêbetî û azadiya xwe dikin” destpê kir, tevahiya rojê ji aliyê welatiyên Danîmarkayê ve hatin ziyaretkirin.

Çalakvanên ku konê agahdarkirinê vekirin, belavokên ku tecrîda li ser Ocalan û rewşa Kurdistanê tîne ziman belavkirin.

Çalakiya kon di 3 hefteyên pêşiya me wê her roja înê saet 12:00 heta 18:00’an li qada Gammeltorvê vê vedan.