Li Colemêrgê 2 polîs birîndar bûn
Li Colemêrgê 2 polîs birîndar bûn
Li Colemêrgê 2 polîs birîndar bûn
Li Colemêrgê duh êvarî di navbera ciwanên ku xirakirina goristan şehîdan a li çiyayê Bagogê prodesto dikirin û polîsan de pevçûn çêbû. Di encama pevçûnê de 2 polîs birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, duh êvarî li Colemêrdê xwepêşendanek ji aliyê sedan ciwanî ve li dijî xirakirina goristanên şehîdan çêbû. Dema ku polîsan bi maşîneyên zirxî êrîş kirin li ser ciwana di nava bera wan de pevçûn çêbû. Ciwanan li ber avahiya Rektûrlûkê ya li ser riya Çevreyoluyê bend danîn. Dema polîsan hewil da bendê derbas bike di navbera ciwan û polîsan de pevçûn çêbû û molotofek ya ciwanan li wesayîtek polîsan ket di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Nehat zanîn ku di pevçûnên ku heya seatên derengiya şevê de dewam kirîn de birîndarên din yan ji girtî hene.