Li Colemêrg û navçeyên wê kepenk nehatin vekirin

Li Colemêrg û navçeyên wê kepenk nehatin vekirin

Piştî duh li Navçeya Geverê Mehmet Reşît Îşbîlîr (32) û Veysel Îşbîlîr (34) ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, îro li Gever, Çelê Şemzînan û Colemêrgê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Serokê BDP'a Geverê Nail Durmaz, bang tevlêbûna merasima cenaze kir û xwestin bi girseyî cenaze rakin.

Duh li taxa Ormanê ya Geverê girseya ku êrîşa li dijî gorên endamên HPG'ê şermezar kirin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di bûyerê de welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr (32) û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr (34) jiyana xwe ji dest dan. Li bendê ye ku îro bi tevlêbûna 10 hezaran kesan cenaze li Gevere bê definkirin. Beriya ku cenaze bê Geverê, welatî û esnafên Colemêrg û navçeyên wê Gever, Şemzînan û Çelê neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gevere Naîl Durmaz, anî ziman ku dê cenaze piştî nîvro bînin Geverê û bang li her kesî kir ku bi girseyî tev li merasima cenaze bibin. Cenaze dê bi girseyî bê pêşwazîkirin û bi girseyî bê definkirin. Durmaz, anî ziman ku dê cenazeyan li Goristana Bajirgeyê defin bikin. Durmaz, destnîşan kir ku dê Hevserokên Giştî yên BDP û HDP'ê jî tev li merasima cenazeyan bibin.

Li aliyê din gelek maşîneyên zirxî ber bi Geverê ve birê ketin û li Geverê polîs zêde bûne.