Li çiyayê Dêrsîmê derhênerekî serbixwe

Li çiyayê Dêrsîmê derhênerekî serbixwe

Caner Canerîk, derhênerekî belgefîlman yê serbixwe ye.  Bi salane çîrokên Dêrsîmê yên ku êdî bi tunebûnê re rû bi rûne, derdixîne derve. Belgefîlma wî ya dawî Was (Ot) jî ji van yek e. Derhêner Canerîk da zanîn ku ev 10 sale li çiyayên Dêrsîmê qeydan dike û wiha got: “Was xebateke ku ciwanên Kurd û Dêrsîmê vedibêje ye.”

Caner Canerîk bi belgefîlmên wekê ‘Pirde Sûr, Bertîj, Dengê Phepuxê û Was’ îmze avêt xebatên gelek giring û ev demeke dirêje Stenbol terk kiriye û li Pilemura Dêrsîmê li gundekî çiyayî dijî û xebatên xwe di nava şertû mercên zor de dimeşîne. Bi tena serê xwe dixebite û wiha dibêje: “Derdê me îro êdî hatiye asteke ku nasnameya xwe ya Kurdbûnê wenda bike. ji ber vê ger ez xebata xwe ya li vê herêmê berdim, ev tê wateya revê. Yanî heta ku mirov bêhna barutê negirin, zimanê ku hatiye qedexekirin hîs nekin, pevçûnan, zextan  nebînin fîlm nayê çêkirin. Ji ber vê ez ji Stenbolê hatim li Dêrsîmê bicih bûm.” Hemû belgefîlmên Canerîk ji çîrokên Dêrsîmê ku bi tunebûnê re rû bi rû mane pêk tê. Belgefîlma wî ya dawî ‘Was’ jî naveroka wê wisaye. Di belgefîlmê de çîroka du jinên pîr yên hêviyên hevin, zor û zehmetiyên jiyanê,  êşa herî kur a herêmê derdixîne pêşberî me. Heta niha Was di gelek mîhrîcanan de hate nîşandan û hêjayê xelatê hat dîtin.  Wan di Mihrîcana Portekala Zêrîn ya Antalyayê de ku di navbera 4-10’ê cotmehê de pêk tê wê di ‘Belgefîlma herî baş de’ bikeve pêşbirkê. Me jî bi Caner Canerîk re belgefîlma Was, çîroka vegera Dêrsîmê û sînema axivî.

Canerîk ku rojnamegerî dikir da zanîn ku wî berê nûçeyên rojane, dişopand û dinivîsî û got: “Piştî demekê ev têr nake. Tenê şopandin û nivîsandin têr nake. Mirov dixwazin rojeva xwe bi xwe ava bikin û li pey biçin. Ez di sala 1994’an de ji Dêrsîmê veqetiya bûm. Lê êdî vegeran destpêkiribûn.  Vê jî bi min re bandorek ava kir û min xwest ji rojnamgeriyê derbasî belgekirina nivîskî û dîtbarî bibim. Dema min ev jî kir, ji geşedanên rojevî serbixwetir û min li gorî armancên xwe xebat meşand.” Canerîk da zanîn ku wî qeyda xwe ya yekemîn di sala 2004’an de destpêkiriye û ev nêzî 10 salene qeydên derbarê Dêrsîmê de dike.

Canerîk wiha pê de çû: “Dêrsîmê azadiyê dihundirîne. Di warê aborî de dibe xizan be, lê di warê çandî de dewlemende.  Ji bo kesên wek min kar bikin, gelek metaryal hene. Nirxên pîroz yên mirovahiyê hene. Dema mirov van dibînin, min dît ku hawirdoreke gelek îdeal a xebatê heye û min dît ku ev her roj bi her kesên ku dimirin re tune dibin. Bi her kesekî ku jiyana xwe ji dest dide, çîrokê balkêş, efsane, bûyerên balkêş yên hatine jiyîn, nirx û nêzîkatî hebûn. ev aliyekî vî kariye. Ya duyemîn jî min hemû nirx di bin tehdîdekê de ne û mirov êdî hatine asta ku xwe înkar dikin. Ziman, çand û bawerî di bin êrîşek mezin de ye. Li erdnîgariya Kurdan, Dêrsîm ji ber ola xwe herî zêde rastî tunebûnê hatiye. Ji ber vê li dijî van êrîşan bê deng mayîn, ne mumkune. Divê tiştê hatine jiyîn û heta îro hatiye domandin  bihata dest girtin û ragîhandin. Ji ber ku Dêrsîm ji nûve tê dîzaynkirin, mixabin rengên wê yên xweser tê tune kirin. Ez dixwazim gel bi paşe roja wan bidim agahdarkirin û li dijî vê wan bikim nava têkoşînê, lê mixabin ez zêde ne serkeftîme.  Ji ber ku asîmîlasyon û dîzayna nû tê ferzkirin. Gelek kesên wek min li dijî van polîtîkayan têdikoşe. Dêrsîm îro hatiye asta ku êdî nasnameya Kurd jî înkar dike ye. Ji ber vê ez nikarim xebata li vê herêmê bihêlim û biçim. Ev ji bo min dê wekî revê be. Divê em vê mîrateyê ji nifşê nû re ragihînin. Ez hewl didim vê bikim.

Canerîk sedema hatina Dêrsîmê wiha got: “Tu fikara min ya ku ez di nava piyasayê de cih bigirim, sînemayê çêbikim an jî li navendê bim tuneye. Dema tu bixwazî tiştekî bikî, her tişt heye. Girîngiya cih mezine. Dema tu xwe wek xwe hîs bikî, her qad dewlemende. Cihê ku hun xwe lê kêfxweş nebînin, hilberîna wir cudaye. Di sala 2006’an de li Stenbolê min nedikarî çîrokek temam bikim. Li Dêrsîmê min ev çîroka xwe di nava mehekê de temam kir.

DERHÊNERÊN JI ÇAND Û ZIMAN DUR NIKARIN FÎLMÊN KURDÎ ÇÊBIKIN

Canerîk balkişand ser sînemaya Kurdî û diyar kir ku gelek hevalên sînemaya Kurdî dikin, beşeke mezin ya fîlman têde kêmasiya diyalogê heye. Canerîk wiha got: “Wek fîlmê bê denge. Ez gihiştim vê encamê, Kesên sînemeya Kurdî  çêdikin  di warê teknîkî û dîtbarî de erdnîgariya Kurd nîşan bidin jî, zimanê ku tê axaftin Kurdî be jî, mirov nikarin bêjin ‘fîlmê Kurdî’ an jî ‘fîlmên Kurdî’. Sedema herî girîng jî ewe ku derhêner û senarîst li Stenbolê dijîn. Derhênerên ji ziman çand û gel dur nikarin fîlmên kurdî çêbikin. Bê guman yên  baş jî hene.  Lê heta ku mirov bêhna barutê negirin, zimanê hatiye qedexekirin hîs nekin, zext û zordariya li ser xebatan nebînin, ne mumkune.”

BI TENA SERÊ XWE DIXEBITE

Canerîk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev çîroka rastiyên gelin. Ev çîrok bi salane hewl hatiye dayîn ku bê tunekirin. Çîrokên berxwedêr û kesê tune tên hesibandinê ne. Ez jî parçeyekê vê civakê me. Peywira min e ku ez wan bibim pêşerojê."

Canerîk diyar kir ku bi tena serê xwe xebat ne terciheke, berovajî vê ji ber zehmetiyan pêk tê. Canerîk derbarê vê de wiha got: “Piştî ku di qada belgefîlmê de terz runişt, ev bû tercihek.  Bi giştî di sînema an jî belgefîlman de ekîp pêwist e. Di belgefîmên ku ez çêdikim de heta ku mumkun be ez dixwazim xwezayê bikişînim heta ku mumkun be ez naxwazin bandora derve li ser belgefîlma min çê bibe.  mînak; di hundirê maleke qelebalix de dema mirov bi ekîban bikevin hundir dê bandor li ser çêbibe û dê jiyana xwezayî neyê girtin.”

 DEZAVANTAJÊN PRODUKSYONEKE YEK KESÎ

Canerîk wiha got: “Ligel avantajan, bê guman dezavantajên wê jî hene. Ji senaryoyê bigirin heta avakirin, nasandinê ez bi tena serê xwe mijul dibim. Ez xetereya ku mirov di nava fîlm de wenda dibin. Piştî demekê nedîtina ku mirov di fîlm de çi kiriye, dezavantaje.  Ji ber barê kar girane û bi mehan li ser mijarekê mirov dixebitin, mirovan gelek diwestîne. Ligel hemû zor û zehmetiyan, pêvajoya ku herî zêde min diwestîne, piştî temamkirina fîlme.  Ji ber, şandina mîhrîcanan, nasandin û îlankirina wê ye. Ev jî bi yek kesî nabe.

BELGEFÎLMA WAS-OT

Çîroka Was gelek bi hêz e. Ev çîroka mirovane. Di vê belgefîlmê de min bi rêjeyeke mezin rastiya gund, Dêrsîm û ciwanên Kurd vegotiye.  Her wiha du hewiyên hev Beşer Demîrtaş û Fatma Bozkurt ku gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatiye valakirin cih digirin. Fatma ker û lal e. Beşer jî ji ber qelewbûna xwe têkoşîna jiyanê dide. Belgefîlm têkoşîna jiyanê ya van her du jinan vedibêje. Belgefîlm heta niha ligelek cihan hatiye nîşandan. Ji bo min tevlibûna mîhrîcanan gelek girînge. Ji bo min ya girîng ewe ku tiştê hatine jiyîn, rewşa ku mirov ketinê  bê ragîhandin. Bê guman  li Wanê xelata herî baş girtin an jî belgefîlma min di Mîhrîcana Porteqala Zêrîn de hilbijartin girînge.  Di sînemayê de ger mirov wek xwe cih bigirin, serkeftin mumkune. Serkeftina sînenameya kurdî ya herî mezin, divê mirov vê baş bicih bînin.”

JIYAN BI XWE POLÎTÎKE

Canerîk di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn atmosfera polîtîk gelek zêde ye û got gelek tişt di nava vê de wenda dibe. Canerîk wiha got: “Em nikarin îdia bikin ku ev belgefîlm ne polîtîke. Jiyan bi xwe bi polîtik e. Was jiyana civaka ku bi polîtîkayê hatiye teşekirin vedibêje.”

Canerîk da zanîn ku Pilemûr li gorî navçeyên din yên Dêrsîmê di warê aborî de ji yên din baştire û got li wir gel girîngiyê dide piştevaniya civakî.”

 PROJEYÊN NÛ

Canerîk di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku, ew li ser belgefîlmek nû dixebite û got: “Xebatên min demek berê dest pê kir. Ji ber aboriyê min navber dayê. Çîroka leşkerekî  ku 13 caran ji leşkeriyê reviyaye vedibêje. Ez belgefîlma eşqiyayê dawî yê Dêrsîmê ku wek Laze Qeme Beze tê nasîn dikişînim.