Li cenazeyê xwişka xwe ya li Cizîrê hatibû kuştin digere
Hazal Durmîş li cenazeyê xwişka xwe Sakîne Durmîş digere ku li taxa Cûdî ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû.
Hazal Durmîş li cenazeyê xwişka xwe Sakîne Durmîş digere ku li taxa Cûdî ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû.
Li Tirkiye û Kurdistanê ku bi hezaran kuştinên ‘’kiryar nediyar’’ rû dan, qîrîneke din li nav wan malbatan zêde bû ku li cenazeyê nas û xizmên xwe digerin. Ji van malbatan yek jê, malbata Durmîş ji bo cenazeyê Sakîne Durmîş teşxîs bikin ev mehan e dilebitin. Sakîne Dûrmîş a 25 salî li Taxa Cudî ya ku bi jêrzemînên hovitiyê di bîra me de bûn jiyana xwe ji dest dabû. Hazar Durmîş ku ev bi salan e agahî jê nedigirt, bi mirina xwişka xwe hejiya, niha daxwaza wê tenê ew e ku bigihije cenezeyê xwişka xwe. Dûrmîş diyar kir ev ev 5 sal bûn ji xwişka xwe ya ku 2 salan jê biçûktir bû, ti agahî negirtine û wiha got:
'ME BIHÎST KU TEVLÎ NAV REFÊN YPS’Ê BÛYE'
"Sakîne sala 2011’an dema ku li Wanê em bi malbatê re diman, dema ku em li konfeksiyonekê dixebitîn rojekê nehate mal. Bi bavê xwe re em li gelek deveran lê geriyan. Wek ku erd qelişîbû û ketibûyê. Bi hêviya ku rojekê em agahiyê jê bistînin, di Adara îsal de, nûçe derketin ku ew li Cizîrê, li taxa Cûdî ku bi mehan 'qedexeya derketine derve' lê hebû, jiyana xwe ji dest daye. Pêşî me got belkî şaşîtiyek çêbûye û me lêkolînek kir, lê piştre em hîn bûn ku di pêvajoya dorpêça Cizîrê de tevlî nav refên YPS’ê bûye."
'DIYA MIN HÊ JÎ NIZANE'
Dûrmîş diyar kir, ji bo ku ew nûçeya mirina xwişka xwe bidin pejirandin serî li Şûbeya Wanê ya MEYA-DER’ê dane û serê Tîrmehê ji bo testa DNA’yê wan mînaka xwînê li Cizîrê dane. Durmîş diyar kir, Saziya Tiba Edlî her çendî ji wan re gotibû wê di nav 15 rojan de encam diyar bibe jî, li gel ku ev 5 meh di ser re derbas bûye jî erênî, neyênî ti encam ji wan re nehatiye. Durmîş diyar kir beriya bi çend mehan, li ser medyaya civakî ew li wêneyekî rast hatiye ku pir dişibiya xwişka wê. Dûrmîş diyar kir, rûyê jina di wêneyê de pir dişibiya yê Sakîne û ji noqa wê berjêrtir bi awayekî parçebûyî bûye. Durmîş diyar kir ku wan ê mirina xwişka xwe ji dayika xwe re negotiye û got, "ji bo diya min pê nehise em êşa xwe nikarin bijîn."
'LI CIHÊ KU JI DIYA XWE BÛYE BILA GOREKE WÊ HEBE'
Hazar Dûrmîş diyar kir, li Tirkiyê sal jî derbas bibin, hikûmet jî biguherin zilma dewletê domdar e û got, "Bila cenazeyê xwişka min bidin. Em dixwazin li cihê ku ji dayik bûye goreke wê hebe."