Li Celle buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin

Siyasetmedarê Kurd Siwereg di vekirina buroya hilbijartinê ya Celle de got ku ji bo benda hilbijartinê bê derbaskirin divê her alî piştgiriyê bidin HDP’ê.

Siyasetmedarê Kurd Siwereg di vekirina buroya hilbijartinê ya Celle de axivî û got ku ji bo benda hilbijartinê bê derbaskirin divê her alî piştgiriyê bidin HDP’ê.

Siyasetmedarê Kurd Xebat Siwereg ku di merasîma vekirinê de axivî, got: “Her dengê  ji derveyê welat tê girtin, wê kevirekî ji bendê bixîne. Kurdistanî, şoreşgerên Tirk, demokrat, sosyalîst û kesên dilê wan ligel mirovahiyê divê xwedî li HDP’ê derkevin” 

HANNOVER

Li Hannoverê jî ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya 11’ê Adarê de wê li Hannover Georgeplatz 5'an saet di 17.00'an de bê vekirin bang hat kirin.