Li Cardîffê protestoya tecrîdê

Kurdistaniyan li paytexta Gallerê Cardîffê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Cardîffê li ber Parlementoya Gallaerê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin tecrîd li ber çavê hemû cîhanê ye.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û ji hikûmeta Gallerê hate xwestin ku zextê li ser hikûmeta Brîtanî bikin, ya ku destekê dide rejîma faşîst a Erdogan.

Kurdistaniyan li têketa avahiya parlamentoyê nîv saetê nehiştin ku kes bikeve hundir û derkeve, biryara DYA'yê ya li ser qedroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd şermezar kirin.

Çalakvanan bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî PKK, gel li vir e''.