Li Bûrsayê HDP û ESP'lî ne hatin berdan

Doz rûniştina Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Nadiye Gurbuz jî di nav de 5 kesên ku dihatin darizandin îro pêk hat. Di rûniştina dozê de biryara berdanê nehat dayîn.

Doza rûniştina Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Nadiye Gurbuz, Serokê Navçeya Bursa yê ESP'ê Bîrol Goçmen, Riza Çîmen, Ûfûk Kose û İdrîs Yildîz ku bên darezandin, îro li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Bûrsayê hate dîtin.

Gurbûz ê ku parastin kir, diyar ku ku endamê PM yê HDP’ê ye û got: “Hemû xebatên ku di îdanameyê de tê nîşandan, di çarçoveya endamtiya PM’ê, xebatên siyaseta demokratîk de ne.”

Gurbuz bal kişand ser qetlîama 10’ê Cotmehê pêk hat ku ji bo mîtînga Enqereyê gotine; ‘Ku dibêjin çalakiya aştiyê’ ye, wiha got: “Ez wê rojê li mîtîngê bûm. Bi şens ez rizgar bûm. Di îdanameyê de dozger ne DAIŞ’ê, dixwaze mirovên ku li Enqere û Pirsûsê hatin qetilkirin û kesên ku ew bibîr anîn weke ‘Endamên rêxistinê’ bidin nîşandan.

Çalakiyên ku ji aliyê KESK, Tevgera Hezîrana Hevpar û Platforma Jinan ve hatîn lidar xistin ji bo wan dike mal û Gurbuz wiha pêde çû; "Ev çalakiyên he ji bo xebatên siyasî bûn. Lê eger ku li darxistina van hemû çalakiyan bêjin te lidarxistiye, wê demê wê neheqiyê li keda kesên beşdarî çalakiyê bûne bê kirin.

Her wiha Gurbuz bertek nîşanî axaftinên telefonê yên bi endamên HDP û ESP'ê re ku weke delîl didin diyar kirin nîşan da û wiha pê de çû: "Kesên ku ez bi wan re bi telefonê axivîme hemû endamên HDP û ESP'ê ne. Eger hûn li rêxistinekê bigerin, ew ESP û HDP ye. Li rêxistinek din ne gerin."

Gurbuz bertek nîşanî beşdarbûna bîranîna Hrank Dînk a ku weke suç tê nîşandan jî da, got: “Bîranîna Dînk ne sûc e.”

Gurbuz bi bîr xist ku ji berê ve jî bi aktiv karê rojnamevaniyê dikir û wiha got: "Niha dema ez firsat bibînim, xebatên rojnamevaniyê didomînim. Nûçedayina min a ji bo ETHA'ê jî weke sûc hatiye qebûl kirin. Gurbuz rojnamevanên ku hatîn girtin silav kir."

Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina kesên sosyalist da û rûniştina dozê taloqî 28'ê Adarê kir.

Gurbuz, Goçmen, Çîmen û Kose di 7'ê Mijdarê de li Bûrsa, Yildiz di 29'ê Kanûnê de li Stenbolê hatibû girtin.