Li Brukselê protestoya Kobanê: ‘Tirkiye hevalbendî kir’

Li Brukselê protestoya Kobanê: ‘Tirkiye hevalbendî kir’

Li paytexta Belçîka Brukselê êrîşên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û hevkariya Tirkiyeyê ya bi vê rêxistina hov re hat şermezarkirin.

Çalakiya protestoyê li Qada Spanya ya ku ji 17’ê Îlonê vir ve çalakiyên Heftaya Çanda Kurd lê tên lidarxistin de pêk hat. Çalakiya ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Belçîka ve hat organîzekirin, nûnerên KCK, KNK, PYD, PJAK û HDP’ê amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Em êrîşên li dijî Kobanê şermezar dikin” hat vekirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên rengên neteweyî yên Kurd kesk û sor û zer li gel ala fermî ya Herêma Federal a Kurdistanê hatin hildan.

yek ji organîzatoran di destpêka çalakiyê de têkildarî rewşa li Kobanê agahî dan û wiha got: “Hedef tinekirina gel û îradeya me ya azad e. Êrîş ji ku de bên bila bên em ê li ber xwe bidin.”

Di çalakiyê de bênavber dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Şehîd namirin”, “Bakur, Başûr, Rojhilat, Apo Serokê Welat” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyyup Doru, li ser nave PJAK Hecî Ehmedî û li ser navê PYD’ê Dara axaftin kirin."

Kemalîzade ku bi lehçeya Soranî axivî, got: “Ji bo Kobanê divê em nîşan bikin ku em yek dil û yek netewe ne.” Bi Fransî têkildarî Kobanê Eyyup Doru ku agahî dan, got: “Ger ku hinek daxuyanî hebin jî, di pratîkê de gelê Kurd li hemberî van êrîş û hovîtiyan bi tenê  ye.”

Doru diyar kir Tirkiye bi vê rêxistinê re hevkar e û got ku berxwedana li Kobanê ji bo însaniyet û demokrasiyê ye û li civaka navneteweyî banga xwedî li nirxên mirovatiyê derkevin kirin.

Di dema axaftinan de girseyê dirûşmayên, “terorîst Tirkiye” hatin gotin. Li ser navê PYD’ê kesê bi navê Dara jî axivî bal kişande ser hefteya çandê ya ku nêzî hefteyeke didome û wiha got: “Li vir çanda Mezopotamya û Kurdan tê nîşankirin. Lê îro li ber çavên Ewropa tê xwestin ku şaristaniyekê tune bikin.” Nûnerê PYD’ê diyar kir ku DAIŞ ji bo hemû mirovatiyê tehdîtek e.

Li ser navê PJAK'ê jî Hecî Ehmedî jî got ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo Kurdistanê ye, ji bo mirovatiyê ye. Ehmedî bang li civaka navneteweyî kir da ku bi lez bikevin nav tevgerê.

Di dema çalakiyê de ji bo Kobanê û Şengalê jî alîkarî hat komkirin.