Li Brukselê di çalakiya kon de Newroz hat pîrozkirin
Li paytexta Bruksel a Belçîkayê di çalakiya konê bi armanca balkişandina ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hember Kurdistanê de Newroz hat pîrozkirin.

Çalakiya kon ê ku bi armaca balkişandina raya giştî û protestokirina êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê yên li ser Kurdistanê, li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewropa (YE) a Brukselê berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de îro daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û Newroz hat pîrozkirin.
Daxuyanî piştî rêzgirtinê destpê kir, yekem Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî, Newroza 2016’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir. Ceylan di serî de şehîdên xwerêveberiyê û şehîdên têkoşîna azadiyê bî bîr anî.
Ceylan da xuyakirin ku polîtîkayên faşîst û qirêj ên AKP’ê, beriya niha li ser Şengal û Rojava bi rê ve dibir, îro jî di serî de li Sûr, Cizîr û li hemû Kurdistanê bi rê ve dibe. Ceylan anî ziman ku bêdengbûna Belçika ya li hember vê, tê wateya piştgirîkirina van polîtîkayan.
Ayda Ekmez Kiliç jî destnişan kir ku di vê pêvajoya Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de, Kurd hêza herî dînamîk in. Kiliç diyar kir ku sedsala 21. wê azadî û serkeftinê bi xwe re bîne.
Piştî axaftinan dowîzên “Kujer Erdogan” hatin şewitandin. Aktivîte bi dengêbêjî û muzîkên Hozan Sipan Xelat, Hozan Ayhan û Fevzî Evînî, Koma Warnax û girtina govendê ve bi dawî bû.