Li Brukselê berxwedana Kobanê hat silavkirin

Li Brukselê berxwedana Kobanê hat silavkirin

Kurdistaniyên li ser banga KCD-E li Brukselê hatin gel hev peyama ku Kobanê ne bi tenê ye dan. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê di çalakiyê de axivî got: “Kobanê heta kesek tenê jî bimîne nakeve. Wê li ber xwe bide. Wê Kobanê herî dawî bigihije serkeftinê.”

Çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re li Ewropayê didomin.

Kurdistaniyên li yek ji paytextên Ewropa Bruksel hatin gel hev berxwedana Kobanê silav kirin. Di çalaki ya li Qada Robert Schumand ku Konseya Ewropa û komîsyona Yekîtiya Ewropa lê ne ji Belçîka, Hollanda, Fransa û Elmanya nêzî hezar Kurdistanî beşdar bûn.

Di axaftina li ser navê KCD-E de hat diyarkirin ku pêwîst e Kurd bi berxwedana Kobanê re bibin yek û pîvanê welatparêzî û mirovatiyê di berxwedana Kobanê û Pirsûsê re derbas dibe.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axaftinek kir. Muslim got: “Ez ji Kobanê me. Hesten wan û berxwedana wan pir baş dizanim” û wiha dewam kir: “Li wir heta mirovek bimîne wê li ber xwe bidin. Wê Kobanê nekeve.” Muslim got ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û bal kişand ser van xisûsan: “Ez berxwedana wan dizanim. Wê Kobanê herî dawî bi ser bikeve. Yan serkeftin an jî jiyaneke bi rûmet.”

Girseyê jî bi dirûşmayan berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê silav kir.

YÊN ÎRO NEHATIN DIVÊ SIBE WERIN

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn  Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyê rûniştinê nebûne dawetî çalakiya sibe kirin.

DOSYA DAN SAZIYÊN YE

Di vê navberê de Kurdistaniyan ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropa li hember pêşveçûnên Kobanê hestiyar bin dosyayek dan Komîsyon û Konseya YE. Di dosyayê de ji ber welatên Ewropa tiştên ku DAIŞ li Iraqê dike wek “terorîst” dibîne lê ji tiştên li Sûriyeyê dike paşçav dikin rexne kirin.

Wê çalakiya rûniştinê ya Sibe ya Bruksel saet 12.00-16.00’an de li ber Parlamentoya Ewropa li Place Luxembourg bê lidarxistin.