Li Brukselê 10 hezar kes li dijî faşîzma AKP’ê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê li dijî faşîzma AKP’ê 10 hezar kes hatin cem hev, zextên li ser HDP’ê protestokirin. Di axaftinên li vir hatin kirin de, AKP hate şermezarkirin, li dijî faşîzmê banga berxwedanê hate kirin.
ANF
BRÛKSEL
pêncşem, 17 sermawezê 2016, 18:38
Xwepêşandana protestoyê ya ku ji aliyê Tevgera Jina Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E), HDK-E û Hêzên Demokratîk ve hate organîzekirin ji pêşiya Gara Dû Nord a li navenda Brukselê destpê kir. Piştî meşa ku nêzî 3 km di navenda bajrê de meşiyan û şûn de li Qada Schûman a li pêşiya Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) mitîngek li dar xistin. Di mîtîngê de 10 hezar kesên ku li gel posterên Demîtaş û Yuksekdag wêneyên parlementerên din û poserê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, li dijî AKP’ê dirûşim qîr kirin. Di meşê de Parlemeterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Tûba Hezer, Faysal Sariyildiz, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyîr Aydar, parlementerê berê yê HDP’ê Ozdal Ûçar, Kemal Akataş li gel rêveberên Saziyên Demokraîk û Kurd jî amade bûn.
SARIYILDIZ: VÎ GELÎ BERXWEDAN JI MEZLOMAN FÊR BÛ
Di mitîngê de ewilê Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê qetlîaman dike û wiha got: “Vê dewletê, bajarên me bombe kirin, mirovên me bi saxî di jêrzemînan de şewitandin û qetil kirin. Lê tişta ku dixwet bi dest nexist. Gelê Kurd teslîm nebû. Li dijî faşîzmê li ber xwe da û li ber xwe dide. Me vî mîrasê berxwedanê ji Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş ên ku di sala 1982’an de li Zindana Amdê teslîm nebûn û li ber xwe dan girtiye. Îro jî zarokên vî gelî li ber xwe didin. Dîrokê ev nîşanî me dabû ku dem tengav bibin wê şêweyên hovîtiyên bi vî rengî bikin. Li ser vê xakê Hîtler jî heman tişt kir.”
KURKÇU: YAN EM Ê WEKHEV BIN AN WÊ WINDA BIKIN
Piştre jî Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kukçu mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku ji bo hevserokan li vir kom bûn û wiha anî ziman: “Îro em ji bo Salahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Firat Anli, Sabahat Tûncel û Kamûran Yuksek û Serok Apo ji destê zaliman rizgar bikin, ji bo azadiya Kurdistan û Tirkiyeyê biryara xwe bigihînin hemû cîhanê. Îro li pêşiya gelê me 2 rê hene. Yan em ê li ber zilam Erdogan û çeteyên wê serî bitewînin an jî têkoşînê bimeşînin bi hev re azadiyê bi dest bixin. Em ê li Kolanan qîr bikin. Heta ku piştgiriya we hebe em li vir, li qadan û kolanan li ber xwe bidin. Em ê li vir têkoşînê bikin û azadiyê qîr bikin. Em ji bo Tirkiye û Kurdistanê jiyanek nû da avakir. Ji bo wekheviyê me têkoşîn kir. Eger ku rêveberên Tirkiyeyê ev yek qebûl bikira wê li Tirkiyeyê bibûya welatekî wekhev û demokrat. Lê wan şer da destpêkirin. Em ji li vir dibêjin ku yan em ê bibin wek hev an jî hûnê winda bikin.”
KARTAL: JI BER KU AKP TENGAV BÛ ÊRÎŞÎ GELÊ ME DIKE
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bibîr xist ku dewleta Tirk bi îtfaka ku kirî dixwaze Têkoşîna Azadiya Kurd bişkîne. Kartal wiha axivî: “Li Dersimê û dîrokê ev xwestin. Lê xapiyan. Îro li 4 parçeyan Serok Apo, gerîla û gelê me li ber xwe dide. Ev deng li hemû cîhanê belav bû. Bi taybet li Rojava û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk di nava tirsekî mezin de ye. Ev êrîş ji ber vê ne. Ji ber ku pir ditirsin. Armanca serke ya girtina parlementeran, hevserokên şaredariyan, rojnamevan û rêveberên saziyên Kurdan ev e. Dewlet ji ber ku ne bi hêze êrîş dike, ji ber ku di rewşekî neçar û zehmet deye êrîşî gelê me dike. Çawa ku me li Rojava çeteyên DAIŞ’ê şikandin em êli Bakurê Kurdisanê jî patronên wan Erdogan û Bahçelî bişkînin û bavêjin sergoyê.”
DICLE: DAWIYA AKP’Ê SERGOYA DÎROKÊ YE
Hevserokê DTK’ê Hatîp Dîcle jî li vir axivî û dewleta Tirk û Erdogan rexne kir. Dicle wiha got: “Weke yek ji endamê heyata Îmaraliyê bi awayekî vekirî dibêjim, Birêz Ocalan ji bo rewşên îro tên jiyîn pêk neyên gelek sebir kir. Lê mixabin dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Erdogan ev yek qebûl nekir û li Kurdistanê dest bi şerekî mezin kir. Vî şerî wan xwest. Bi teqez ew wê di vî şerî de winda bikin. Ji ber ku ti demê heta dawiyê faşîzma diktatoriyê bi ser neketiye. Dibe ku direng bikeve, lê wê bi teqez winda bike. Wê weke diktatoriya Hitler, Sadam dawiya wan sergoya dîrokê be. Dawiya faşîzam AKP’ê jî wê heman be.
TJK-E – SKB: DIVÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HEVPAR TÊKOŞÎNÊ BIKIN
Parlementera Parlementoya Ewropa (AP) Mare De Maermalîe jî polîtîkayên AKP’ê rexne kir, girtina parlementerên HDP’ê bi zimanekî hişk rexne kir. Mermalîe diyar kir ku wê piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Li ser navê HDK-E’yê jî ŞAfak Arabaci axivî û girtina parlementerên HDP’ê şermezar kir, ji nûnertiya Yekîtiyhêzên Demokratîk Çetîn Yeman jî bang li her kesê ku li Ewropayê dijîn kir ku li dijî kiryarên pêk tên dakevin kolanan.
Di daxuyaniya hevpar de ya li ser navê TJK-E û Yekîtiya Jinan hate kirin jî wiha hate gotin: “Li dijî faşîzmê li her qada ku lê ne di serî de divê jin xwedî li hemû nirxên xwe yên mirovahiyê derkevin. Ji derveyî vê ti hilbijêrkên me yên din nîne. Divê li dijî faşîzmê eniya hevpar birêxitin kirin ûli dijî faşîzmê têkoşîna hevpar xût bikin.”