Li Brotonyayê ciwanên Kurd meclisa xwe ava dikin

Li Brotonyayê ciwanên Kurd meclisa xwe ava dikin

Ciwanên Kurd yên li herêma Fransayê Brotonyayê dijîn biryar dan ku di 2’ê Sibatê de konfansekê li darbixin. Ciwanan bi meşekê qetilkirina du ciwanên Kurd yên li Geverê û girtina Komeleya Kurdan a li Marsîlayê protesto kirin.

Ciwanên Kurd yên li Ewropayê dijîn xwe bi rêxistin dikin. Duh li bajarê Fransayê  Rennsê ciwanên Kurd hatin gel hev û biryar dan ku bi beşdarbûna ciwanên herêma Brotonyayê di 2’ê Sibatê de konferansekê lidarbixin.

Civîna duh ya ciwanan bi xwendina peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ji 1. Kongreya Ciwanên BDP’ê re  şandî destpêkir. Di civîna ku pirsgirêkên bi rêxistîbûnê ên ciwanên li Rennesê hatîn nîqaş kirin de, meclisekî demî ya amadekar hat avakirin. Ciwanan biryar da ku di 2’ê Sibatê de konferansekê lidarbixin.

Duh êvarî di demjimêr 21’an de bi mebesta şermezar kirina qetitkirina du ciwanên Kurd yên bi navê  M. Reşîd û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatîn qetil kirin û girtina komeleya Kurd a li Marsîlayê meşek li darxistin.

Ciwanan li ber îstasyona Trenê a Rennesê dest bi meşê kir,  rê ji trafîqê re girtin û heya Qada Republique yê maşiyan. Di dema meşê de belavokên di derbarê qetliama Geverê de bilav kirin.