Li Brîghtonê pîrozbahiya Newrozê: Em xwedî li berxwedanê derkevin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Brîghtonê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û ragihandina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatin silavkirin.

Pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Sûssexê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat ragihandin ku li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê li dijî nûnerê Dehaqan AKP û çeteyên wê berxwedaneke mezin tê nîşandan û banga xwedîderketina li vê berxwedanê hat kirin.

Koma Zelal di pîrozbahiyê de derket ser dikê û stranên xwe yên li ser berxwedanên Kobanê û Cizîrê pêşkêş kir. 

Piştre Koma Bênav derket ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

...