Li Bremenê meşa li dijî faşîzmê

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê li dijî faşîzmê meşek pêk hat.

Meşa ku ji 4 baskan dest pê kir bi beşdariya 5 hezar kesî pêk hat. Kurdistaniyên li Bremenê jî bi xurtî tevlî meşê bûn.

Nûnerê komîteya amadekar a meşê di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên xwecihî yên eyaleta Bremenê nêzî bûne û got, her du partiyên rastgir AfD û BIW gefeke li dijî civakê.

Bi navê Kurdistaniyan Dîlan Koç axivî. Koç diyar kir, Kurd baş zanin ku faşîzm tê çi wateyê û got, "Ji ber vê zîhniyetê bi sedan Kurd hatin kuştin."

Koç bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û destnîşan kir, ew ji faşîzmê natirsin û ji bo geşkirina têkoşînê berxwedana heyî tê kirin.

Koç got, "Birêz Ocalan ku sembola azadiya me ye, tecrîdkirî ye" û diyar kir, ji bo bidawîkirina tecrîdê divê faşîzm bê têkbirin û ji bo hilbijartinên îro jî bang kir, deng ji partiyên ku zîhniyeta wan faşîst e, neyê dayin.