Li Bremenê ji bo azadiya Ocalan stand hat danîn

Li bajarê Elmanya Bremenê, ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di seatên sibehê de standa agahdarkirinê hat danîn.

Standa agahdarkirinê ji aliyê Yekîtiya Elewiyên Demokratîk, Kongreya Yekîtiya Îslam a Demokratîk, Civaka Îslama Kurdistan, Yekîtiya Ezidiyên Kurdistanê û saziyên endamên Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê ve hat danîn.

Di çalakiyê de broşur û belavokên balê dikêşîne ser tecrîda li Ocalan hatin belavkirin û di daxuyaniyan de hat ragihandin ku rejîma AKP'ê qirkirinê li ser gelê Kurd dide kirin. AKP vê qirkirinê jî bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dide nîşandan û banga bilindkirina nerazîbûna li dijî vê yekê hate kirin.

Di çalakiyê de hat gotin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tê kirin, hemû gelên ji her baweriyê pêwîst e her kes piştgiriyê bidin çalakiyan. Ji bo hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re jî hemû hewldanên pêwîst divê were kirin.

Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hatin hildan û gelek broşur û belavok hatin belavkirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin wê çalakiyên wan berdewam bikin.