Li Bregenz provokasyona alîgirên DAIŞ'ê bi ser neket
Li Bregenz provokasyona alîgirên DAIŞ'ê bi ser neket
Li Bregenz provokasyona alîgirên DAIŞ'ê bi ser neket
Li Dornbrîn a bajarê Bregenz ê Avusturya alîgirên çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çalakiya xwedîderketina li berxwedana Kobanê kirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê girseya li bajarê Bregenz a Avusturya meşek li dar xist rastî êrîşa alîgirên DAIŞ hatin.
Kurdistaniyan bi taybet bi ciwanan ku xwe parastin, alîgirên DAIŞ ên bi eslê xwe Çeçen û Tirk hatin paşdexistin. Di bûyerê de ku alîgirên DAIŞ birîndar bûn, polîsan piştî êrîşê tedbîr girtin.
Alîgirên DAIŞ ên dûrî Kurdistaniyan disekinin, cih bi cih gel tehrîk dikin.
Di wê navberê de polîsan hewl dan ciwanên ku êrîşa alîgirên çeteyên DAIŞ vala derxistin binçav bikin. Girseyê nerazîbûn nîşan da û ciwan radestî polîsan nekirin.
Hat ragihandin ku polîsan hin alîgirên DAIŞ binçav kirine.